Amed (Rûdaw) - Di 21ê Adarê de, tevî barana gur û hewaya sar, bi sedhezaran Kurdan ji 81 bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe da Parka Newrozê ya Amedê da ku cejna xwe ya neteweyî bi coşeke mezin pîroz bikin.
Di pîrozbahiyên ku tevahiya rojê dom kirin de, agirê Newrozê hate geşkirin û banga aştiyê hate kirin.
Di dema ahengê de, dengê lîrandina jinan, stranên li ser dikê û dengê def û zirneyan bi xuricîna ewrên biharê re bûn yek û vê yekê atmosfereke taybet û coşeke bêhempa da wan beşdarên ku bi cil û bergên neteweyî qad xemilandibûn.
Keç û xort, jin û mêr bi hev re herikîn qadê û bûn hevparê coşa pêşwaziya biharê.
Welatiyên ku ji bajarên cuda yên wekî Stenbol û Îzmirê ji bo pîrozbahiyê hatibûn Amedê, diyar kir ku Newroz ji bo wan nîşaneya dîroka Kawayê Hesinkar û azadiya Kurdistanê ye.
Welatiyekî ku cilên neteweyî li xwe kiribûn got, "Min xwest ez bi van cilan nîşan bidim ku xortên Kurd li ser çanda xwe, zimanê xwe û edetên xwe disekinin û hîn jî hene."
Beşdarên din jî tekez kir ku ew her sal bi coşeke mezin li benda vê rojê ne û Newroz ji bo wan wateya azadiyê dide.
Peyamên siyasî û demokratîk
Di wan axaftin û peyamên ku ji aliyê nûnerên siyasî ve li ser dika Newrozê hatin xwendin de, herî zêde bal hate kişandin ser giringiya aştiyê, yekrêziya gelê Kurd û daxwaza avakirina jiyaneke azad û pergaleke demokratîk li herêmê.
Di peyaman de hate gotin ku divê ev Newroz bibe wesîleya entegrasyona demokratîk û jiyana hevpar a hemû gelan.
Ji destpêkirina ahenga Newrozê heta dawiyê, li qada pîrozbahiyê ne baran sekinî ne jî coşa beşdaran kêm bû.
Li hêlekê agirê Newrozê geş dibû, li hêla din jî govend û dîlana beşdaran di bin şiliya biharê de berdewam kir.
Ahenga Newroza Amedê ya îsal ku peyamên siyasî û daxwazên neteweyî tê de derketin pêş, piştî geşkirina agirê Newrozê bi govend û dîlanên welatiyan ên di bin barana biharê de bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse