Bonn (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê ahenga herî mezin a Newrozê ya Kurdên diyasporayê bi beşdariya hezaran kesan hat sazkirin.
Ev ahenga ku li Parka Rheinaueyê hate lidarxistin ji aliyê Konfedarasyona Rewenda Kurdistanê ve hatibû sazkirin.
Di ahengê de ne tenê Kurd lê gelek biyanî û Ewropî jî amade bûn.
Rebecca Mengurî welatiyeke Alman e û hevjînê wê Kurdekî xelkê Ranyayê ye.
Rebeccayê ji Rûdawê re diyar kir ku ew cara ewil e beşdarî çalakiyeke wilo mezin dibe û got:
"Ez dizanim ku ev aheng ji bo azadiya Kurdan tê sazkirin.
Min berî du salan serdana hemû cihan li Kurdistanê kiribû û gelekî xweş bû.
Min xwest ez bi çavên xwe bibînim ka ev hejmara mezin a Kurdan li Almanyayê çawa tên ba hev."
Olena Balakina ya ji Ukraynayê jî yek ji wan beşdaran bû ku cara ewil beşdarî Newrozê dibû.
Olenayê Kurdan wekî xelkekî dostperwer pênase kir û wiha got, "Ez dizanim ku ev cejna sala nû ye.
Gelek hevalên min ên Kurd hene û ez ji wan pir hez dikim çimkî ew mirovên baş in."
Li gorî amarên koordînasyona Newroza Bonnê, zêdetirî 100 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li aliyê din, polîsê bajarê Bonnê hejmara beşdaran li gorî texmînên xwe wekî 50 hezar kes eşkere kir.
Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Bonnê Michael Beyer ragihand ku her çi qas wan qad ji bo 15 hezar kesan tomarkirî dîtibû jî, hejmar bi eşkereyî ji wê derbas bûye.
Beyer tekez kir ku çalakî bi silametî û bêyî ti aloziyê bi dawî bûye.
Ji bo parastina ewlehiya vê ahenga qerebalix ku bi rêkûpêk hatibû organîzekirin, tenê 380 karmendên polîs li ser erkê xwe bûn.
Beşdaran bi coşeke mezin, bi govend û bi cilên neteweyî hatina biharê pîroz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse