Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê Theo Francken ragihand, divê operasyonên leşkerî yên Yekîtiya Ewropayê û Hevpeymaniya NATOyê li Rojhilata Navîn berdewam bin.
Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) doh (20.05.2025) li Bruksela paytexta Belçîkayê li hev civiyan.
Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê Theo Francken li Brukselê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
Francken amaje bi hevahengiyên welatê xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kir û got, "Bi ya min divê em bi hûrî bi hev re kar bikin."
Li ser hebûna hêzên Hevpeymaniya NATOyê û Yekîtiya Ewropayê yên li Rojhilata Navîn, Francken got:
"Divê operasyonên leşkerî yên Yekîtiya Ewropayê û Hevpeymaniya NATOyê yên li Rojhilata Navîn berdewam bin, em nikarin Rojhilata Navîn bi cih bihêlin.
Bi ya min girîng e ku em ji aliyê leşkerî ve jî li Rojhilata Navîn bimînin."
Wezîrê Belçîkî amaje bi wê jî kir ku ew kampên ku çekdarên berê yên rêxistina DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê tê de girtî ne, divê ji aliyê ewlehiyê ve bala wan li ser wan be.
Theo Francken li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) got:
"Bi hêvî me aştî li wir pêk were. Bi ya min girîng e aştî li wê herêmê hebe; em hêvîdar in ku peymaneke aştiyê çêbibe, bêguman ev gelekî girîng e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse