Yekîtiya Ewropayê: Divê sûd ji derfeta aştiyê were dîtin

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê PKK Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê piştî biryara çek danînê ya PKKyê ragihand ku “Divê hemû alî vê derfetê ji bo aştiyê binirxînin.”

PKKyê piştî 41 salan ji xebata çekdarî, biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê biryara xwefesixkirinê ya PKKyê û danîna daxuyanî da.

Berdevkê Karên Derve yê Komîsyona Ewropayê Anouar El Anouni di daxuyaniyekê de got ku Yekîtiya Ewropayê ji bo aştiyê bangî hemû aliyan dike ku vê derfetê bi kar bînin.

El Anouni got, “Yekîtiya Ewropayê destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya bawerpêkirî ya çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Kurdan dike armanc, gaveke erênî dibîne.”

El Anouni her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû aliyên li Tirkiyeyê vê derfeta dîrokî bi kar bînin û got ku bi rêya diyalogê aştiyeke mayînde dikare were bidestxistin.

Berdevka Karên Navxweyî ya Partiya Keskan a Almanyayê Lamya Kaddor jî bal kişand ser wê yekê ku bidawîbûna şer ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê belê ji bo tevahiya herêmê hêviyan zêde dike.

Lamya Kaddor tekezî kir ku bidawîhatina şerê derfetekê dide ku Kurd li Tirkiyeyê mafên zêdetir bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst