Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, kargeheke nû ya berhemên xwarinê bi navê "Hedayiq Efrîn" (Parkên Efrînê) hat vekirin û bûye çîrokeke serkeftinê ya veberhênana li herêmê.
Ev pêngav piştî wê yekê hat ku xwediyê kargehê Bavê Şêro, karsaziya xwe ya li Tirkiyeyê bi dawî kir û biryar da vegere ser warê xwe û li Efrînê veberhênanê bike.
Vekirina projeyeke bi vî rengî di demekê de ye ku Çiyayê Kurmênc pêwîstiyeke mezin bi bipêşketina aborî û civakî dibîne.
Di kargehê de zêdetirî 110 corên berhemên xwarinê, bi destê xebatkarên herêmî û bi kalîteyeke bilind tên çêkirin.
Her wiha kargeh ji peydakirina kar jî bûye deriyek û tê de 40 kes kar dikin.
Hin ji berhemên sereke yên kargehê konserve, rîçal, tirşîn û ava firingiyan in.
Ev berhem bi giştî ji berhemên xam ên ku ji zeviyên çandiniyê yên Efrînê tên peydakirin, çêdibin.
Armanc ew e ku ev berhem ne tenê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, lê her wiha ji bo welatên Ewropa û Kendavê jî bên hinardekirin.
Ev proje xwedî rehendên girîng ên aborî, civakî, niştimanî û mirovî ye.
Ji aliyekî ve derfetên kar ji bo bi dehan jin û ciwanan peyda dike û ji aliyê din ve, piştî salên dirêj ên hejarî û wêraniyê, aboriya herêmê jinûve bi hêz dixe.
Li gorî xwediyê projeyê, tevî astengiyên di warê guhastinê de, bikaranîna deriyên sînorî yên navxweyî yên Sûriyeyê li şûna yên Tirkiyeyê, bûye alîkar ku mesrefên hinardekirinê kêm bibin.
Ev yek jî rê li ber berfirehbûna projeyê li herêmeke ku ji bo vejîn û geşepêdanê tî bûye, vekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse