Serok Barzanî guhdariya pirsgirêkên xelkê dike

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî dê li parêzgeha Dihokê bi welatiyan re bicive.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand, “Serok Barzanî dê 3 civînan bi pêkhateyên cuda yên xelkê herêmê re bike.”

Serok Mesûd Barzanî dê bi berpirsên îdarî, kadroyên PDKyê û welatiyan re bicive û rasterast guhdariya xelkê bike.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Nayîf Remezan ragihand ku Serok Barzanî dê 3 civînan li Dihokê bike û got:

“Hevdîtina yekem dê bi xizmên şehîdan, Pêşmergeyên Dêrîn û kesên ku Madalyaya Barzanî wergirtine re be.

Civîna duyem dê bi rêxistinên pîşeyî û civakî yên navçeya Sêmêlê re û civîna sêyem jî dê bi beşên cuda yên xelkê Dihokê re be.”

Serok Barzanî ji roja înê ve bi mebesta guhdariya pirsgirêkên xelkê li çend navçe û deverên Dihokê civînan dike.

Serok Barzanî roja înê çû Akrê û Berdereşê.

Herwiha şemiyê çû Amêdiyê û roja yekşemê jî li navçeya Zaxoyê bi welatî û berpirsên îdarî û partiyê re civiya.

Bi gotina berpirsên îdarî, di civînan de daxwazên xelkê hatin diyarkirin.

Hat ragihandin ku dê pirsgirêkên xelkê ji aliyê Serok Barzanî û tîmeke wî ve bên şopandin û çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst