Mezlûm Ebdî û Şêx Murşid Xeznewî civiyan

21-08-2025
RÛDAW
Nîşan Dr. Şêx Murşid Xeznewî HSD Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Şêx Murşid Xeznewî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de Xeznewî piştgiriya xwe ya ji bo HSDyê dûbare kir û her du aliyan bo paşeroja Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya diyalogê kir.

Dr. Şêx Murşid Xeznewî derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê de postek belav kir û ragihand ku wî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo HSDyê careke din dubare kiriye.

Alimê Kurd da zanîn ku di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kiriye ku "diyaloga xelkê Sûriyeyê" rêya tekane ya ji bo gihîştina aramiyê ye.

Her wiha, di civînê de li ser girîngiya aktîvkirina "Komîteya Diyaloga Kurdî" jî nîqaş hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst