Xeznewî soza piştgiriyeke bêsînor da Mezlûm Ebdî: Em dê bi te re şer bikin

08-08-2025
RÛDAW
Şêx Murşid Xeznewî / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Şêx Murşid Xeznewî / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Şêx Murşid Xeznewî HSD Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî  bangî Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî kir û got, “Tu û şervanên rûmetê herin şer bikin, em jî dê bi we re şer dikin.”

Îro li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ya ku hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê anî cem hat lidarxistin.

Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî, di Konferansa Yekîtiya Helwesta Pêkhateyên Bakurojhilatê Sûriyeyê de axaftinek kir û piştgiriyeke xurt da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî.

Xeznewî, HSD wekî parêzvana projeyeke niştimanî ya hevbeş bi nav kir û soza piştevaniyeke bêsînor da wan.

"HSD misogeriya parastina ax û rûmetê ye"

Şêx Murşid Xeznewî di axaftina xwe de wiha got:

“Em li pişt Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, ne tenê ji ber ku ew hêzeke leşkerî ye lê ji ber ku ew nûnertiya projeyeke giştî ya niştimanî dike ku bi yekîtiya gelan û mafê hemûyan ê jiyan û azadiyê bawer e.

HSD hêzeke parastinê ye, ne ya êrişê ye, ew misogeriya parastina ax û rûmetê ye.

Ji ber vê yekê, em bi rêya Fermandarê Giştî General Mezlûm Ebdî bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.

Birêz General, em di hemû hewlên te yên ji bo diyalogê û dûrketina ji şer de bi te re ne.

Lê dema ku şer li ser me tê ferzkirin, dema ku hezkarên şikandina rûmetê ji bo şikandina rûmeta me êriş dikin, em dê ji te re wekî ku Benî Îsraîl ji Mûsa re gotibû nebêjin, 'Tu û Xwedayê xwe herin şer bikin, em li vir rûniştî ne.'

Belê, em ji te re dibêjin, 'Tu û şervanên rûmetê, HSD, herin şer bikin, em jî dê bi we re şer bikin.'

Em giraniya emanetê li ser milên te dizanin, birêz General. Lê peyama me wekî zarokên Kurdistanê ji te re ne peyameke asayî ye, belkî wesiyeta Mezlûmê şehîd e ji bo Mezlûmê rêber.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst