Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê ragihand ku li gorî sala borî, mirina karkeran kêm bûye û got, "Di heft mehên borî de 32 karkeran li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye."
Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê Hengaw Ebdulla îro ji Rûdawê re got:
"Salane bi dehan karker di dema kar de canê xwe ji dest didin lê di salên dawî de me hewl daye piraniya mercên ewlehiyê ji bo karkeran peyda bikin û heta asteke baş jî em bi ser ketine û îsal li gorî par kêm bûye."
Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkeran her wiha got:
"Ew karkerên ku di dema kar de canê xwe ji dest didin û sîgorteya wan a civakî heye, malbatên wan sûdê werdigirin lê me li gorî madeya 112an a Yasaya Kar, me daxwaz kiriye ku ew karkerên di dema kar de canê xwe ji dest didin û sîgorteya wan a civakî jî nîne malbatên wan sûdê wergirin."
Li gorî Hengaw Ebdulla, ji destpêka îsal ve heta 31ê Tîrmehl 32 karkerên biyanî û xwecihî li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye ku piraniya wan li parêzgehên Hewlêr û Dihokê bûne.
Wî her wiha got, "Di wê heyamê de 32 karker jî birîndar bûne."
Mirin û birîndarbûna karkeran li gorî parêzgehan di heft mehên borî de bi vî awayî bûye:
- Hewlêr: 7 kesan canê xwe ji dest daye û 7 kes birîndar bûne.
- Silêmanî: 6 kesan canê xwe ji dest daye û 13 kes birîndar bûne.
- Dihok: 7 kesan canê xwe ji dest daye û kesek birîndar bûye.
- Helebce: Kesekî canê xwe ji dest daye û ti birîndar nebûne.
- Îdareya Serbixwe ya Soranê: 4 kesan canê xwe ji dest daye û kesek birîndar bûye.
- Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê: 5 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.
- Îdareya Serbixwe ya Germiyanê: 2 kesan canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, sala 2024an bi giştî 62 karkeran canê xwe ji dest daye ku 52 ji wan karkerên xwecihî û 10 jî karkerên biyanî bûn.
Her di wê salê de 25 karkerên din birîndar bûne ku 23 ji wan xwecihî û du jî biyanî bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse