Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kes di otomobîla cendirmeyan de rastî êrişî hatin û birîndar bûn.
Li navçeya Siwêregê îro Y.S.yê 44 salî û N.S.yê 39 salî ji ber tawanekî pêştir hatibûn girtin.
Hêzên ewlehiyê îro ew birin Dadgeha Siwêregê.
Piştî temambûna pêvajoya dadgehê dema ji dadgehê hatin derxistin û li otomobîla cendirmeyan hatin siwarkirin hinek kesên ku nehat zanîn kî ne bi çekan êrişî wan kir.
N.S. bi giranî û Y.S. bi sivikî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her du jî veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
N.S.yê ku metirsiya wî ya canî heye li nexweşxaneyeke Rihayê tê dermankirin.
Qeymeqamê Siwêregê Salih Sak cihê bûyerê ziyaret kir û ji berpirsan zanyarî wergirtin.
Derbarê bûyerê de dest bi lêpirrsînê hat û polîsan jî ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse