Mesrûr Barzanî: Li cihê ku PDK nebe li dijî Herêma Kurdistanê plan tên kirin

21-10-2025
RÛDAW
Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî PDK Zaxo Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Zaxoyê got, “Li her cihê ku PDK  nebe, li dijî Herêma Kurdistanê plan tên kirin."

Mesrûr Barzanî bangî xelkê kir ku biçin ser sindoqan û nûnerên bihêz bişînin Bexdayê da ku mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.

Bi amadebûna Alîkarê Serokê PDKyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Zaxoyê mîtînga ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê hat lidarxistin.

“Hebûna PDKyê li Bexdayê pir girîng e”

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de amaje hilbijartinên Îraqê kir û got:

"Hilbijartinên Encumena Nûneran a Îraqê ji bo me gelekî girîng in ji ber ku berê hinek kesên ku nûneratiya Herêma Kurdistanê li Encumena Nûneran a Îraqê dikir, wekî pêwîst mafên giştî û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neparastin.

Vê carê divê em wan kesan bişînin Encumena Nûneran a Îraqê yên ku dikarin mafên hemû gelê Kurdistanê û Îraqê biparêzin.

Ji ber vê yekê girîng e em hemû bi hev re biçin ser sindoqên dengdanê û lîsta 275ê ya PDKyê bi ser bixin.” 

Mesrûr Barzanî xwest ku bi zimanekî aram û bi parastina ewlehiya Kurdistanê, hilbijartinan bi awayekî bipêşketî û zanistî bi rê ve bibin û got:

“Daxwaza me ji we hemûyan ew e ku hûn ne bi qîr û hawaran lê bi dengê xwe ji bo hemû cîhanê îsbat bikin ku PDK li ser asta Herêma Kurdistanê niha partiya herî mezin û serkeftî ye.

Her cihê ku PDK lê nebe li dijî Herêma Kurdistanê plan tên kirin. Lê her cihê ku PDK lê be dijminan qet nekariya li hemberî gelê PDKyê bisekinin, lewma hebûna PDKyê li Bexdayê pir girîng e.”

“Destkeftiyên PDKyê diyar in”

Mesrûr Barzanî behsa dîroka PDKyê kir û got, “Berî niha me hemûyan hev nasî û hevdû ceriband.

Destkeftiyên PDKyê diyar in, xebat û qurbanîdana PDKê diyar e, xwîna şehîdên me li hemû parçeyên Kurdistanê hatiye rijandin, Pêşmergeyên me li hemû cihan xebat kiriye û qurbanî dane.”

Bi gotina Mmesrûr Barzanî di warê avakirina Kurdistanê de jî tu hêz nîne ku li pêşiya PDKyê be.

Alîkarê Serokê PDKyê anî ziman ku ew xizmeta ku partiya wan kiriye şahidiya gotinên wan e û got:

“PDKyê ti caran xizmet nekiriye minet. Xizmet erk e û em dê li ser bicihanîna erkê xwe bixebitin û em dê xizmeta miletê xwe bikin.”

Mesrûr Barzanî got ku li hemberî bi pêşketina PDKyê gelek plan hatine kirin û wiha domand:

“PDK rihê Kurdistanê ye. Ew kesê ku li hemberî PDKyê radiweste, divê baş tê bigihêje ku miletê Kurdistanê tev dê li hemberî wan nehezan raweste.

Hêza PDKyê hêza xelkê Kurdistanê ye, hêza xwîna şehîdên me ye, hêza Pêşmergeyên qehreman e, hêza we ye û hêza ciwan û xortên me ye.

PDK tiştek nîne ku ji xelkê Kurdistanê cuda be. Dost û dijmin jî vê yekê baş dizanin ku PDK yanî Kurdistan û Kurdistan jî yanî PDK ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst