Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dema çinîna zeytûnan dest pê kiriye û komên çekdar û Erebên hawirde talana rez û baxên Kurdan ên zeytûnan didomînin.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo şopandina vê mijarê bi 3 parlamenterên Kurd ên Efrînê re axivî.
Şêx Seîdzade, Mihemed Seydo û Rengîn Evdo di hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyeyê de wekî parlementerên Efrînê hatibûn hilbijartin.
Nûnerên Efrînê diyar kir ku ew bi aliyên fermî re gihiştine rêkeftinekê ku li gorî wê, dê ji bo vegerandina mal û milkan ji bo xwediyên wan ên rastîn, rêkar bên hêsankirin.
Bandora aboriya komên çekdar
Parlamenterê Encumena Gel a Sûriyeyê yê ji Efrînê Şêx Seîdzade li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Piraniya kesên ku piştî rizgarkirinê vegeriyane gundên xwe, mal û milkên xwe wergirtine, ji bilî hinek kesan ku bi hincetên bêbingeh malên wan nehatine dayîn.
Aliyên fermî ji wan belgeyên xwedîtiyê xwestine û li ser vê bingehê dewletê ji bo sînordarkirina binpêkirinan lijneyeke aborî ava kiriye."
Şêx Seîdzade behsa xebatên yasayî yên di vî warî de kir û got, “Hikûmetê bangî hemû berpirsên aborî yên komên çekdar ên li herêmê kir û lijneyê hemû dosye ji wan xwest.
Piştre, lijneyên aborî li gel parêzeran li her navenda nahiyeyê hatin wezîfedarkirin û van lijneyan belgeyên fermî ji wan kesên vegeriyane xwest.
Berpirsên aboriyê yên hin koman ev rewş îstismar kirin û bi hinceta nebûna belgeyan dest bi çinîna berhemên zeytûnan kir û hinek kesên bêwijdan jî li herêmên cuda yên gundên Efrînê zeytûnan didizin."
Vegerandina mal û milkan
Parlamenterê Efrînî Şêx Seîdzade destnîşan kir ku wan "ne bi sifeta parlamenter lê bi sifeta rihspiyên Efrînê" bi hemû aliyên pêwendîdar re têkilî daniye û bersiveke erênî wergirtiye.
Li gorî gotina Şêx Seîdzade Birêvebiriya Herêma Efrînê bi hevahengiya bi rêvebirên nahiyeyan re dewriyeyên xwe zêde kirine û bersiva daxwaz û giliyên welatiyan didin da ku rê li ber van dizî û binpêkirinan bigirin.
Şêx Seîdzade li ser vegerandina mal û milkan ji bo xwediyên wan ên rastîn jî got, "Bê guman hinek zehmetî hene lê di heman demê de ji bo vegerandina xaniyan hêsankarî jî hene."
Şêx Seîdzade destnîşan kir ku pirsgirêka sereke berhema zeytûnan e.
Parlamenterên nû bi Lijneya Aborî ya Giştî re axivîne da ku barê welatiyan di wergirtina belgeyan de sivik bikin.
Li gorî rêkeftina nû ji bo îsbatkirina xwedîtiyê êdî belgeya muxtar û şahidiya du kesan bes e.
Kesên li derveyî welat jî dikarin bi rêya vîdeoyekê wekîlên xwe diyar bikin. Piştî vê yekê, Lijneya Aborî ya Giştî mal û milkên wan radestî xwediyên wan dike.
Lêgerîna li mekanîzmayên tund
Parlamentera Efrînê Rengîn Evdoyê jî piştrast kir ku "binpêkirin û destdirêjî li dijî xelkê û mal û milkên wan hene."
Rengîn Evdoyê anî zimên ku cotkar û welatî "rastî serdeke dijwar û ziwa hatine."
Rengînê teqez kir ku dizî û destdirêjî êşa welatiyên ku li debara jiyana xwe digerin zêdetir dikin.
Parlamantera Efrînê da zanîn ku ew hîn neçûne Şamê û got, "Me ti hewldan kêm nekir ji bo gihandina êşa welatiyan ji berpirsan re û ew hevkariyeke baş nîşan didin.
Em ji berpirsan zêdetir ciddiyet û mekanîzmayên bibandortir dixwazin da ku ev binpêkirin rawestin."
Rengînê teqez kir ku Efrîn armanca wan e û ew dê hewl bidin "êş û azara xelkê wê kêm bikin."
Kêmkirina rêkar û êşan
Parlamenterê Kurd ê Efrînê Mihemed Seydo jî li ser talankirina zeytûnan axivî.
Seydo got, "Mixabin, komên derqanûnî li piraniya deveran zeytûnan talan dikin û didizin."
Mihemed Seydo diyar kir ku ev kom ji rewşa krîza Sûriyeyê sûd wergirtine û bi çavbirçîtiyê li pey qezencê ne.
Parlementerê Efrînî Seydo got, "Li ser daxwaza me, em bi serokê lijneyê yê li Efrînê re civiyan.
Me di civînê de behsa êşa xelkê, rewşa xerab a werzê û binpêkirinên rojane kirine.
Me pêşniyar kiriye rêkarên ji bo wergirtina destûra çinînê bên hêsankirin û ew gihiştine rêkeftinekê.
Li gorî rêkeftinê şahidiya du kesan û belgeya muxtar bes e û ji kesên li derve jî divê bi vîdeoyî mîratgirê xwe yê li Efrînê diyar bike."
Parastina debara xelkê
Seydo anî ziman ku wan gelekî bangî kesên li derveyî Efrînê kiriye û got: "Tevî bangên dubare, mixabin ew di dema çinînê de vegeriyan; baştir bû ku beriya wê vegeriyana."
Mihemed Seydo teqez kir ku ofîsên şopandina kar û barên zeytûnan karê xwe didomînin û ji bo parastina debara cotkaran divê hewldan zêdetir bibin.
Seydo her wiha got ku zeytûn xwarina sereke ya herêmê û çavkaniya bingehîn a debarê ya xelkê ye.
Nûnerê Efrînê Seydo wiha axivî: "Em hîn bi fermî ne parlamenter in û me sond nexwariye lê em dê hewl bidin bi hemû rêyan êşa herêmê bigihînin aliyên pêwendîdar ên dewletê."
Mihemed Seydo destnîşan kir ku ew bi mezinahiya karesata ji sala 2018an ve berdewam dike baş dizanin.
Karesateke ku zêdetirî heft salan e didome
Komên çekdar ji 18ê Adara 2018an ve binpêkirinên giran li dijî welatî û mal û milkên wan didomînin.
Daxwaza sereke ya xelkê Efrînê ew e ku aliyên fermî dawî li van destdirêjî û binpêkirinan bînin û karesata li herêmê bi dawî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse