Pervîn Buldan spasiya Erdogan û Bahçelî kir: Biryareke dîrokî ye

21-11-2025
Nîşan Pervîn Buldan Devlet Bahçelî DEM Partî Recep Tayyîp Erdogan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, biryara Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo çûna Îmraliyê wekî "biryareke dîrokî" bi nav kir.

Buldanê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û kesên din kir ku piştgirî daye biryarê.

Pervînê ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, ”Biryara Komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê, biryareke dîrokî û gelekî biqîmet e."

Buldanê da zanîn ku bi vê biryarê re ew dê bi gavên bihêztir ber bi çareseriya Pirsgirêka Kurdan û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ve bimeşin.

Pervînê spasiya kesên ku roleke girîng di standina vê biryarê de lîstine kir û wiha got:

"Ez spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ku di xebatên Komîsyonê û standina biryarê de roleke mezin lîst.

Her wiha ez spasiya Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî dikim tabû şikandin.

Ez ji ber rola wî ya avaker spasiya Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş û her wiha spasiya serokên giştî yên partiyên siyasî û parlamenterên endamên Komîsyonê dikim ku piştgirî dayê biryarê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst