Hewlêr (Rûdaw) - Di ser kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz re 21 derbas bûn.
Bav û law li navçeya Qosera Mêrdîna Bakurê Kurdistanê li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin.
Di laşê Ugur Kaymaz ê 12 salî de 13 gule hatibûn dîtin.
Bûyer çawa çêbûbû?
Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz, 21ê Çiriya Paşîn a 2004an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.
Kaymaz û bavê wî dema ku li ber mala xwe ji bo rêwîtiyê eşyayên xwe dixistin kamyona xwe, bûn armanca guleyên polîsan.
Di lingê Ugur Kaymaz de sandal û di lingê bavê wî de jî şimik hebû.
Polîsan ji bo ku bûyerê wekî pevçûnê nîşan bidin, çek danîbûn kêleka cenazeyan wan.
Parlamenteran gotibû "pevçûn çênebûye"
Wê demê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê li ser bûyerê lêkolîn kiribû.
Parlamenterê CHPyê Huseyin Guler û Parlamenterê AK Partiyê Nezîr Nasiroglu di rapora xwe de gotibû ku ti şopa pevçûnê nîne.
Huseyin Guler gotibû, "Me ti delîlên pevçûnê nedîtin. Ew ji piştê ve hatibûn gulebarankirin."
Nezîr Nasiroglu jî pirsîbû, "Ez bawer nakim ku li wir pevçûn çêbûbe. Li holê zarokekî 12 salî heye.
Ma zarokekî wiha dikare bikeve nav pevçûnê?"
Polîs hatin berdan
Derbarê bûyerê de doz li dijî çar polîsan hat vekirin. Polîsên dihatin tohmetbarkirin bêyî ku bên girtin hatin darizandin.
Dadgehê bi hinceta "parastina rewa" biryara beraeta polîsan da. Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê jî ev biryar pesend kir.
DMMEyê Tirkiye mehkûm kir
Malbata Kaymaz piştî ku li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî bi dawî bûn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMMEyê da.
DMMEyê biryar da ku Tirkiyeyê "mafê jiyanê" bin pê kiriye. DMMEyê ragihand ku operasyon bi awayekî ku rîskan kêm bike nehatiye plankirin û bikaranîna hêza kujer ne pêwîst bûye.
DMMEyê Tirkiye mehkûm kir ku tazmînatê bide malbatê.
Li gorî biryarê, ji bo Makbule Kaymaza dayîka Ugur Kaymaz 65 hezar euro madî û 50 hezar euro manewî, ji bo Emîne Kaymaza dayîka Ahmet Kaymaz 5 hezar euro madî û 15 hezar euro manewî û ji bo Reşat Kaymazê mamê Ugur Kaymaz jî 5 hezar euro tazmînata manewî hat dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse