Ali Malkoç: Masîgirê dawî yê Hewselê

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan Alî Malkoç Çemê Dîcleyê Hewsel Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê masîgirê 67 salî Alî Malkoç, 55 sal in rizqê xwe ji Çemê Dîcleyê derdixe.

Malkoç bi keleka xwe ya ku ji tekerên otomobîlan çêkiriye, di nav dîmenekî mîna tabloyekê de masîgiriyê dike.

"Ez bi masîgiriyê debara xwe dikim"

Alî Malkoçê ku bavê 7 zarokan e, diyar kir ku ev pîşe ji bavê wî ji bo wî maye.

Malkoç got, "Bavê min jî masîgir bû. Ez masiyên ku digirim carna difroşim, carna didim cîran û hevalên xwe.

Bi rastî, ez debara jiyana xwe bi vî karî dikim."

Malkoçê ku di ciwaniya xwe de karê hesinkariyê kiriye, diyar dike ew ji xwezayê hez dike û li gel masîgiriyê çandiniyê jî dike.

Malkoç bi tecrûbeya xwe ya 55 salan behsa çem kir û got: "Ez baş dizanim kîjan cihên Çemê Dîcleyê xeternak in.

Dema av bilind bibe ez masiyan nagirim. Her wiha di demên qedexeyê de jî ez naçim, ji ber ku her tişt bi demsala xwe ye."

"Çemê Dîcleyê nayê parastin"

Baxçeyên Hewselê ku li kêleka Çemê Dîcleyê ne, ji sala 2015an ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ne.

Ji ber ku beşa çem a ku di nav Amedê re derbas dibe bi fermî di statuya "çem" de nayê dîtin, nayê parastin.

Ev yek jî carinan dibe sedema mirina komî ya masiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst