Bakirhan bangî CHPyê kir: Dijberiya desthilatê mekin dijberiya çareseriyê

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê CHP Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, biryara CHPyê ya neçûna Îmraliyê rexne kir û got, "Ew hewl didin dijberiya desthilatê veguherînin dijberiya çareseriyê.”

Tuncer Bakirhan helwesta CHPyê rexne kir û got, ”Divê CHP Pirsgirêka Kurdan rast bixwîne. Hêviya me ji CHPyê ev e."

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan li Çewlîga Bakurê Kurdistanê bi aligîrên DEM Partiyê re civiyan û di wê civînê de axivîn.

Bakirhan: Em vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku vê pêvajoyê bi keda gel dest pê kiriye.

Bakirhan got, "Sed sal berê me ev rojên dîrokî ji dest da û ev e sed sal in em êşê dikişînin.

Piştî sed salan, derfeteke nû ketiye destê me. Pêvajoyeke muzakere û diyalogê dest pê kiriye û ji bilî serkeftina wê ti şansê me nîne."

Bakirhan da zanîn ku ew nikarin vî pêvajoyê tenê bi çend hevalan bimeşînin û got:

"Ev pêvajo pêvajoya we ye.

Heger hûn dibêjin 'em zimanê xwe yê dayîkê dixwazin', wê demê li ser maseyê dê bersiva wê hebe.

Em dê vêpêvajoyê bi hev re bimeşînin."

"Êdî divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin"

Bakirhan amaje bi xebatên pêvajoyê kirin û wiha pê de çû:

“Êdî dema çûna hevdîtina bi aktorê herî girîng ê meseleyê Birêz Ocalan re ye.

Birêz Ocalan deriyekî wisa girîng vekiriye ku heger em hinekî layiqî vê bin û karibin wê rave bikin, ne mimkun e em negihîjin aştiyê.

Ev pêvajo dê ne tenê Kurdan, dê 86 milyonan rihet bike. Gel diqîre dibêje aştî.

Em alîgirê wijdana gel in. Wijdana gel dibêje 'Aştî rewa ye, heger em dê aştiyê pêk bînin, çûna cem Birêz Ocalan rewa ye.'

Divê Komîsyon bi lez biryara xwe bide. Îro dê dengdanek bê kirin. Em li bendê ne ku biryara çûnê ji wir derkeve."

Buldan: Dibe ku hefteya yekem a Çiriya Pêşîn em biçin Îmraliyê

Parlamentera Wanê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî di civînê de axivî û silavên Abdullah Ocalan gihand xelkê.

Pervînê got, "Birêz Ocalan gotibû, 'Ji bo her cihê hûn diçin silavên min ên taybet bişînin.' Min silavên wî yên taybet ji we re anîn."

Parlamentera DEM Partiyê eşkere kir ku dê di demeke nêzîk de hevdîtineke nû bi Ocalan re çêbibe û got, "Ihtimal e ku di hefteya yekem a Çiriya Pêşîn de em hevdîtineke nû pêk bînin.

Dema em bêjin 'Xelkê Çewlîgê bi hêvî û coş bûn, xwedî li me û aştiyê derdikevin', bawer bin Birêz Ocalan dê li ser Çewlîgê nirxandineke dirêj bike."

Buldanê her wiha rewşa tenduristiya Ocalan jî anî zimên û got, "Em bi Abdullah Ocalanekî gelekî saxlem xwedî îrade û xwedî-bawerî re rû bi rû ne."

Pervînê da zanîn ku pêvajo hêdî dimeşe lê her du alî jî bi biryar in û got, "Divê şert û mercên xebat û jiyanê yên Birêz Ocalan bi lez bên guhertin, ji ber ku ew aktorê sereke ye.

Ji bo ku ew karibe rola xwe bilîze, divê şert û mercên wî bên guhertin û dengê wî bigihîje civakê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst