Bakirhan: Ji niha û pê ve barê mezin dikeve ser milê Erdogan

08-07-2025
RÛDAW
Tuncer Bakirhan û Şewket Herkî /Wêne: Rûdaw
Tuncer Bakirhan û Şewket Herkî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Tuncer Bakirhan PKK Pêvajo Kurd Çekdanîn Recep Tayyîp Erdogan Abdullah Ocalan
A+ A-
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser danîna çekan a PKKyê û hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re got, “Ji niha û pê de barê mezin dikeve ser milên Birêz Erdogan, ser milê hikûmet û meclisê. Pêwîst e ew jî êdî hinek tiştên diyar bibêjin. Heta niha digotin PKK heye, çek heye."
 
 Tuncer Bakirhan da zanên ku PKK dê 11ê vê mehê merasîmeke çekdanînê li dar bixe û wiha got, "Di 11ê vê mehê de jî dê merasîmek çêbibe, merasîma çekdanînê. Em ê jî li wir bin, em ê jî li Herêma Kurdistanê bin, em ê jî ji bo vê meselê li wir şahidiyê bikin. Ji Tirkiyeyê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên karkeran, kedkaran, jinan û ciwanan dê werin."

Tuncer Bakirkan her wiha got, “Piştî 11ê mehê ev mijara ku wan wekî problem bi nav dikir, êdî ew jî dê ji holê rabe. Êdî top li cem hikûmetê ye. Mafên Kurdan yên hiqûqî û siyasî, mafê ziman, pirsgirêkên girtîgehan û qeyûman dê werin rojevê. Yanî, madem ku PKK çekan datîne ku li gorî me jî biryareke baş e, divê êdî gavên demokratîk jî bên avêtin."

Hesverokê DEM Partiyê Bakirhan derbarê bandora pêvoyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê got, "Çawa ku em dibêjin Amed û Enqere, li wir jî Qamişlo û Şam e. Tenê bila pêvajo baş bimeşe, wê bandora vir li ser wir jî hebe. Gelê wir ji bo mafên xwe şer kiriye û dixwaze statûyekê bistîne. Bi kurtasî ez bibêjim, li vir baş biçe, wê bandora wê li wir jî hebe. Wê ji bo çareseriyê jî hêsantir bibe. Wê nêzîkatiya Tirkiyeyê jî baş be."

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakurhab di hevpeyvîneke taybet de derbarê pêvajoya çareseriyê, pêngava çekdanînê ya PKKyê û gavên ku ji niha û pê ve tên avêtin de pirsên nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî bersivandin.

Rûdaw: Sax bin. Em gelekî caran hevdû dibînin, yanî, wekî ku ez bibêjim, em di qadê de hevdû dibînin, lê ev yekem car e ku em bi vî rengî hevpeyvînekê dikin.

Tuncer Bakirhan: Belê, me gelekî caran hevdû dîtiye lê ev yekem car e ku em bi hev re hevpeyvînekê dikin.

Rûdaw: Ez dixwazim ji rojeva herî germ dest pê bikim. Hûn dizanin, şandeyek ji partiya we serdana girava Îmraliyê kir. Bi Birêz Ocalan re civînek çêbû. Peyama dawî ya Birêz Ocalan, li ser meseleya çekberdana PKKyê û li ser vê pêvajoyê çi bû?

Tuncer Bakirhan: Belê, ya rastî pêvajoyeke pir girîng heye, em hemû dizanin ku pêvajoyeke dîrokî ye. 40 sal in şer berdewam dike. Hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo dewletê jidestdanên mezin hene. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de xwest ku şer bisekine, çek bên danîn û çek ji holê bên rakirin û siyaseta demokratîk bikeve pêş. Daxuyanî da partiya xwe, partiya wî PKKyê jî bersiv da. Bersiva PKKyê jî pir dîrokî bû; got, "Em li ser xwestina Birêz Ocalan êdî dê çekan deynin," û kongreya xwe kom kir.

Biryarên kongreyê parve kirin. Di 11ê vê mehê de jî dê merasîmek çêbibe, merasîma çekdanînê. Em ê jî li wir bin, em ê jî li Herêma Kurdistanê bin, em ê jî ji bo vê meselê li wir şahidiyê bikin. Ji Tirkiyeyê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên karkeran, kedkaran, jinan û ciwanan dê werin. Înşellah wê bê qeda û bela çêbibe, xilas bibe û li ser silametiyê berdewam bike. Birêz Ocalan dibêje ku çek amûrekî 30-40 sal berê bû, di dema reel sosyalîzmê de amûreke pir girîng bû. Niha êdî rola xwe temam kiriye.

Ji ber ku gelê Kurd tekoşîneke mezin da, rêxistineke mezin çêkir, êdî hem Kurd, hem jî mafên wan tên naskirin. Belê, heta niha belkî di aliyê hiqûqî û siyasî de gav nehatine avêtin, lê êdî hikûmet jî, aliyên nejadperest jî dibêjin “Gelê Kurd heye” û li ser mafên wan tê axaftin. Înşellah piştî çekberdanê jî, meclis roleke mezin digire ser milê xwe û dê komîsyonek bê damezrandin. Partiyên li meclisê dê werin temsîlkirin û ew ê jî nûnerên xwe bidin vê komîsyonê. Di aliyê siyasî û hiqûqî de êdî çi pêwîst be, dê li meclisê li ser bixebitin.

Rûdaw: Derbarê merasîmê de we got 11ê mehê dê bi rê ve biçe. Gelekî kes dibêjin wê li Silêmaniyê bê kirin û diyar e amadekariyek jî heye. Tiştê ez meraq dikim ew e, gelo di vê merasîmê de, çi bi nivîskî, çi bi vîdeo, dê peyameke Birêz Ocalan were belavkirin?

Tuncer Bakirhan: Muheqeq dê peyama wî hebe. Bêyî peyama wî, jixwe PKKyê jî gotibû em wê nakin. Pêwîst e peyama Birêz Ocalan hebe. Dê peyama wî hebe, me jî wisa bihîst û me jî wisa got. Peyam jî dê li ser wan tiştên ku heta niha gotine be. Ew ê siyaseta demokratîk û rêya wê nîşanî partî û dewletê bide. Em jî peyama wî meraq dikin. Em ê jî di dema merasîma çekdanînê de peyamê bibînin.

Rûdaw: Gelo îhtimal heye ku peyam bi vîdeo be?

Tuncer Bakirhan: Îhtimaleke mezin, ez dibêjim wê vîdeoyek hebe.

Rûdaw: Îro şandeya we, piştî ku ji Îmraliyê vegeriya, bi we re jî civînek kir û bi Serokkomar Birêz Erdogan re jî civiya. Di hevdîtina bi Serokkomar re çi mijar tên axaftin?

Tuncer Bakirhan: Ya rastî, diyar e ku pirsa Kurd e. Heyeta me dê Birêz Erdogan bibîne. Beriya vê hevdîtinê çûne Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re jî 2-3 saetan hevdîtinek kirine. Muhtemelen dê mesaja Ocalan bibin wir. Heta niha me bi hezaran civîn kirine, dibe ku daxwazên gelê me jê re bibêjin. Bi Tirkî dibêjin "Yol Haritası" (Nexşerê), belkî li ser wê hinek nîqaşan bikin. Ji niha û pê de barê mezin dikeve ser milên Birêz Erdogan, ser milê hikûmet û meclisê. Pêwîst e ew jî êdî hinek tiştên diyar bibêjin. Heta niha digotin PKK heye, çek heye.

Piştî 11ê mehê ev mijara ku wan wekî problem bi nav dikir, êdî ew jî dê ji holê rabe. Êdî top li cem hikûmetê ye. Mafên Kurdan yên hiqûqî û siyasî, mafê ziman, pirsgirêkên girtîgehan û qeyûman dê werin rojevê. Yanî, madem ku PKK çekan datîne ku li gorî me jî biryareke baş e, divê êdî gavên demokratîk jî bên avêtin. Baweriya xelkê bi vê pêvajoyê heye. Em li Tirkiyeyê digerin, miletê Tirk jî, Ereb jî, Kurd jî, jin û mêr gişt dibêjin êdî bila aştî hebe.

Lê heta niha pratîka desthilatê baş nebû, hinekî baweriya wan bi vê meselê nîne. Divê hikûmet ji niha û pê de baweriya milet qezenc bike. Ji bo vê jî divê gavên demokratîk biavêje. Niha mesela 300-400 hezar kes di girtîgehan de ne. Hevserokên me girtî ne, parlamenterên me, serokên şaredariyên me girtî ne. Li ser îradeya gel qeyûm hatine danîn, pêwîst e ji vê re çareseriyek bê dîtin. Niha gel ditirse, nikare daxwazên xwe li ser medyaya civakî, li ser çapemeniyê bîne ziman.

Divê ev tişt bi dawî bibin û çareyek bê dîtin. Li aliyê din şaredariyên mixalefetê digirin. Xelk ji me dipirse, dibêjin, "Aştî heye, çima tiştên wisa dibin?" Em dibêjin bila ne tenê aştiya Kurdan û desthilatê be, bila aştiya Tirkiyeyê be, ku tê de Kurd jî hebin, Elewî jî hebin, ciwan jî hebin. Bila pirsgirêka Kurd û Tirkan were ser masê, bila komîsyon û meclis li ser bixebitin. Ji bo zimanê Kurdan, ji bo mafê Kurdan. Li aliyê din daxwazên Elewiyan hene.

Rûdaw: We behsa 11ê mehê kir. Çavê gelekî kesan lê ye, dinya jî dişopîne, medyaya dinyayê jî dişopîne. Bernameya 11ê mehê çî ye? Qasî ku hûn dizanin dê çi bibe? Mesela, dê çend gerîlayên PKKyê çekên xwe deynin? Dê çek bên şewitandin yan teslîmî cihekî bên kirin? Di aliyê teknîkî de agahiyên we yên li ser merasîma 11ê mehê çi ne?

Tuncer Bakirhan: Ya rastî, em jî zêde hûrgiliyan nizanin, em jî mêvan in. Em wekî mêvan hatine gazîkirin. Muhtemelen di merasîmê de, kêm zêde derdora 30-40 milîtanên PKKyê dê çekên xwe deynin. Ev destpêk e. Ji niha û pê de, eger niyeta hikûmetê jî baş be, hêdî hêdî ew çekdanîn dê zêde bibe, êdî bi girseyên mezintir dê milîtanên PKKyê çekan deynin. Lê ji bo wê jî divê yasa û qanûn derkevin. Yên çek danîne wê çi bikin, wê herin ku, wê heta kengî li wir bimînin? Hemû xelkê vê axê ne û ji vir çûne, dê û bavên wan li vir in. Ji bo wan jî divê karek bê kirin. Lê ev destpêk e. Ji niha û pê de jî ez bawer im wê hêdî hêdî berdewam bike.

Rûdaw: Hûn dizanin, demeke dûr û dirêj e ku gelekî xebat ji bo çareseriya pirsa Kurdî li Tirkiyeyê hatine kirin. Gelekî caran ji bo ku şer bisekine xebat hatiye kirin. Qasî ku ez dizanim, ji 1993yan heta niha, gelekî ceribandin çêbûn. Vê carê hûn ditirsin ku careke din ev atmosfera heyî têk biçe? Yan vê carê hûn zêdetir bi hêvî ne?

Tuncer Bakirhan: Tebî, her îhtimal hene. Em bi xwe bawer in, em bi gelê xwe bawer in. Ev sê-çar meh in em di nav gel de ne. Baweriya me vê carê zêdetir e. Ji ber ku em gişt geşedanên li Rojhilata Navîn dibînin. Tehdît û gef hene, li hember van tehdîdan jî demokrasî ewlehiya herî mezin e. Tirkiye jî vê yekê baş dizane. Yan em ê bibin wekî Rojhilata Navîn, yan jî em ê bibin welatekî demokratîk û pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin.

Baweriya me vê carê zêde ye. Ji ber ku em dizanin pêwîstiya hikûmetê jî heye, pêwîstiya dewletê jî heye. Em gişt westiyane. Dewlet jî westiya, malbat westiyan. Ev çil, pêncî sal in şerekî berdewam dike. Her kes dixwaze ku bila êdî xilas bibe. Ev şer ji bo aboriya Tirkiyeyê jî xirab e. Yên ku nikarin debara xwe bikin jî dixwazin şer xilas bibe. Ew jî pir baş dizanin ku pereyê ji bo şer tê xerckirin, pereyê nan û zeytûna wan e. Pereyê wan ji bo vî şerî diçe.

Vê carê ne tenê baweriya me, baweriya herkesî heye. Di vî alî de baweriya me heye û pir mezin e. Em siyasetê nakin, em takiyeyê nakin, em dixwazin bila vê carê çareser bibe. Provokasyon tune ne? Belê, hene. Ev der Tirkiye ye, Rojhilata Navîn e. Ji ber wê, pêwîst e em gelekî hişyar bin. Pêwîst e em di zimanê xwe de, di gotinên xwe de, di pratîkên xwe de gelekî hişyar bin. Înşellah ez bawer im vê carê wê bi ser bikeve.

Rûdaw: Piştgiriyeke ciddî ya xelkê jî heye. Navenda Lêkolînan a Rawestê li Amedê lêkolînek kiriye, ku 65 ji sedî yê Tirkan û 81 ji sedî yê Kurdan piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê nîşan didin. Ev yek jî baweriya we zêdetir nake gelo? Hûn vê piştgiriyê çawa dibînin?

Tuncer Bakirhan: Belê, belê, ev jî gelekî girîng e. Jixwe eger piştgiriya xelkê nebe, ma em ê çi bikin? Hikûmet jî li vê dinêre. Destpêkê hinek teredudên wan hebûn, lê navendên wekî Rawestê û navendên din ên lêkolînan di nav xelkê de hinek lêkolîn û rapirsî kirin û dîtin ku gel jî piştgiriya vê meselê dike. Hikûmet jî, êdî hûn dibînin, hat ser xetê. Tiştekî baş e. Tiştekî ku milet tê de be û alîkariyê bide, wê bi ser bikeve. Alîkarî û xwestina milet baweriyê zêdetir dike, tu rast dibêjî.

Rûdaw: Ez helwesta CHPyê jî bipirsim. Xelk, hem Kurd hem Tirk, evqas piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Lê gelo CHP wekî mixalefeta sereke vê piştgiriya xelkî dibîne? Hûn helwesta CHPyê çawa dinirxînin?

Tuncer Bakirhan: Ya rastî, helwesta CHPyê serî de gelekî baş bû. Me û şandeya Îmraliyê 3-4 caran bi wan re civîn jî kirin. Me hevdû ziyaret jî kir. Lê di vê dawiyê de zêde çûn ser wan. Şaredarên wan girtin, qeyûm danîn ser wan, zextên li ser wan berdewam in. Loma jî hinek teredudên wan çêbûn. Duh dîsa em çûn wir, heyeteke me bi wan re temas çêkir. Heyeta me ya Îmraliyê belkî çend rojên din careke din wan ziyaret bike.

Alîkariya CHPyê pir girîng e. Niha partiya duyemîn a mezin e. Em qebûl bikin an nekin, eger ew destekê bidin vî karî, wê baştir û zûtir çêbibe. Loma em dixwazin bila ew jî li ser masê bin, bila bi wan re jî rûnin û bila fikra wan jî bê standin. Sekna wan pir xirab nîne. Tu dizanî, di nav wan de jî aliyên "milliyetçî, ulusalcı" hene, lê rêveberiya wan heta niha baş bû, li hemberî vî karî nesekinîn. Alîkarî dan, ev jî tiştekî baş bû.

Ne tenê CHP, pêwîst e mirov hemû rêxistinên Tirkiyeyê têxe nav vî karî. Ji bo pêvajoyê çiqas alîkar zêde bin, dê ewqas hêsan be. Çiqas alîkar zêde bin, dê ewqas serkeftî be. Loma dema em bi hikûmetê re hevdîtinan dikin, em vê dibêjin: Ev ne pêvajoya me û AK Partiyê ye. Pêvajoya me hemûyan e, ji bo hemû Tirkiyeyê ye. Loma li Tirkiyeyê pêwîst e herkes tev lê bibe. Divê derî ji herkesî re vekirî be. Di vî alî de kêmasiyên hikûmetê hene. Dixwaze muxalefetê dûrî vî karî bihêle. Em jî gotinên xwe, xwestinên xwe, nirxên xwe ji hikûmetê re dibêjin.

Rûdaw: Di 11ê mehê de plan heye ku komeke biçûk a PKKyê çekan deyne, we jî behs kir. Bi dîtina we, PKK dê heta kengî bi temamî çekên xwe deyne? Û gerîlayên PKKyê yên ku çekên xwe danîne, dê çarenivîsa wan çi be? Ew ê vegerin Tirkiyeyê, yan dê li Herêma Kurdistanê bimînin, yan jî derbasî welatekî din bibin? Heta niha qet planek, stratejiyek hatiye danîn?

Tuncer Bakirhan: Niha muhtemelen haziriya dewletê heye. Li dinyayê, li her derê, yên ku çekên xwe berdidin, dû re aştî di navbera her du aliyan de çêdibe. Prosedûrên wê hene. Heta niha 56 tecrûbe hene ku me dîtiye li dû şeran aştî çêbûye. Hinek ji wan serkeftin, hinek berdewam in, lê yên ku bi ser ketin, çareseriyên baş peyda kirin. Yên çek danîn hatin nav jiyana civakî û siyasî, hatin malên xwe, siyaset kirin. Bûn hemwelatiyên normal, dozên li ser wan rabûn. Alîkarî dan pêvajoyê. Pêwîst e niha jî wisa be. Yên ku çekên xwe danîne, mecbûr dê werin.

Lê ya destpêkê ew e ku çekên xwe deynin, em ê niyeta desthilatê û dewletê jî bibînin. Eger ew jî samîmî bin, ew ê hemû çekên xwe deynin. Em bi Tirkî dibêjin "Yol Temizliği" (Paqijkirina Rê) dê bê kirin. Loma em dibêjin komîsyona meclisê gelekî girîng e, ji ber ku ev kar li meclisê dibe. Eger komîsyon bi lez bê çêkirin. Di vir de rol dikeve ser milê serokê Meclisê. Di vê komîsyonê de pêwîst e ev mijar jî bên axaftin. Yên ku çek berdan wê çi bikin? Wê herin ku? Em dixwazin vegerin welatê xwe.

Bila werin cem malbatên xwe, bila werin cem hevalên xwe. Birêz Ocalan jî wisa digot. Piştî ku aştî çêbû, kî tê, kî nayê, kî diçe derve, pêwîst e em zêde li ser van nesekinin. Derd û bela me bila aştiyek çêbe. Ewên din prosedûr in, ne tiştên pir girîng in. Detay in û pêwîst e em pir li ser detayan nesekinin. Lê ez bawer im wê rêxistin jî piştî çekdanînê li helwesta hikûmetê binêre, li nêzîkbûna hikûmetê ya li hember çekdanînê binêre.

Ez dîsa dibêjim, eger hikûmet samîmî be – ez bi xwe 30-40 sal in di nav siyasetê de me û me pir tişt dîtine, me gelekî pêvajoyên wisa jî dîtin – eger hikûmet samîmî be, rêxistina PKKyê jî samîmî xuya dike. Gotin û pratîka wan wisa xuya dike; pir zû bersiv dan Birêz Ocalan, ku li cîhanê qet tiştekî weha nebûbû.

Di dinyayê de, di dema biryara çekberdanê de, rêxistin parçe parçe bûn; hinekan çekên xwe berdan, hinekan neberdan, hinekan berdewam kirin, hinek hatin, hinek nehatin, tam xilas nebûn. Vê carê şansê Tirkiyeyê heye, ji ber ku Birêz Ocalan heye. Îradeya wî hem di nav partiya wî de, hem jî di nav gelê Kurd de tê naskirin. Ez bawer im sekna hikûmetê jî dê ji vê mijarê re zû çareseriyekê bibîne. Hêdî hêdî. Êdî di destê hikûmetê de ye.

Rûdaw: We behsa komîsyonê kir. Demek e ku mijara komîsyonê di rojevê de ye. Hinek hevdîtin jî çêbûn. Komîsyon niha di çi astê de ye? Yanî gavek hatiye avêtin? Eger komîsyon bê damezrandin, pêwîst e çi bê gotûbêjkirin? Yanî mîsyona wê, armanca wê, rola wê komîsyonê û yasayên ku ev komîsyon dê amade bike wê çi bin?

Tuncer Bakirhan: Serokê parlamentoyê divê hevdîtinan bi partiyan re bike û bike. Ji bo komîsyonê pêşniyazên wan standin. Me jî pêşniyazên xwe jê re şandin. CHPyê pêşniyazên xwe şandine. Ez bawer im wê serokê parlamentoyê hemû nêrînan kom bike û li ser formûlekê kar bike; ji bo navê komîsyonê, naveroka komîsyonê, dikare çi roleke wê hebe, heta çi radeyê dê desthilata wê hebe. Desthilata çêkirina yasa û derbaskirina wan ji parlamentoyê, hemû mijar in.

Loma em dibêjin bila bên komkirin, ji ber ku her tişt li ser meclisê ye, adresa çareseriyê meclis e. Serokê parlamentoyê di van rojan de ji serokwekîlên grûba me re jî gotibû, "Ez li ser dixebitim û ez nêrînên partiyên ku dê bikevin komîsyonê kom dikim. Ez ê formûlekê derxim û ez ê herkesî kom bikim û eger hemû alî li ser formûlê bibêjin erê, êdî ew dê dest bi xebatê bike."

Ji bo yên ku çek danîne wê çi bê kirin, ji bo wan pêwîst e yasayeke çawa hebe, ji bo girtîgehan, ji bo qeyûman, ji bo mijarên din wê çi bê kirin... Ji bo aboriyê jî, ji ber ku ev mijara aboriyê ye jî. Sed sal in di erdnîgariya Kurdan de kar û xizmetên aboriyê tune ne, kar tune. Eger mijar çareser bibe, pêwîst e em li ser van mijaran jî bixebitin. Di mijara komîsyonê de serokê parlamentoyê dibêje, "Em dixebitin." Piştî merasîma çekberdanê jî, îhtimal e ev kar hinekî zûtir berdewam bike.

Rûdaw: Behsa destûrê jî, jî heye di rojevê de. Hemû aliyên siyasî dibêjin li Tirkiyeyê destûreke ku encama derbeyê ye heye û pêwîst e destûreke nû bê çêkirin. Li ser vê qet xebatek heye? Bi taybetî jî, eger destûreke nû bê çêkirin, tê de Kurd û Tirk wekî du pêkhateyên vî welatî dê çawa bên pênasekirin û mafê zimanê Kurdan, mafên Kurdan di vê destûrê de wê çawa cih bigirin? Qet li ser vê teqwîmek, nexşerêyek, tiştek heye li ber destê we?

Tuncer Bakirhan: Heta niha di hevdîtinên me yên bi hikûmetê re û hevdîtinên Ocalan ên bi hikûmet û heyeta me re, ev mijar nehatiye rojeva me. Ji ber ku hêj zû ye. Min berê jî got, gelekî pirsgirêk hene ku pêwîst e ew bên paqijkirin.

Rûdaw: Hûn gav bi gav diçin.

Tuncer Bakirhan: Belê, gav bi gav. Destûr gava herî dawî ye. Yanî, berê aştî û çareserî, paşê mafên Kurdan di destûrê de bên naskirin. Em bibêjin ziman, demokrasiya herêmî, pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê, hemû mijarên destûrê ne. Ji bo destûrê pêwîstî heye? Belê, pêwîst e, wekî av û nan pêwîstî bi destûrê heye, lê ne niha. Em hê di gava destpêkê de ne. Destûr ya herî dawî ye. Tenê bi gotin û xwestina me jî nabe. Divê muxalefet bixwaze, divê gel bixwaze, divê gel di çêkirina destûrê de cihê xwe bigire. Fikir bên standin. Wê destûr jî were rojevê, lê ne niha. Niha di rojeva me de jî tune.

Rûdaw: Em behsa Rojavayê Kurdistanê jî bikin. Hûn dizanin aliyekî girîng ê vê meselê Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê pêvajoyê de, hem di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re, hem jî di hevdîtinên bi hikûmet û serokkomar re, çawa behsa Rojavayê Kurdistanê tê kirin? Rojavayê Kurdistanê beşek ji van gotûbêjan e, yan hûn dibêjin Rojavayê Kurdistanê beşeke serbixwe ye? Hûn di nav vê pêvajoyê de çawa li Rojavayê Kurdistanê dinêrin?

Tuncer Bakirhan: Wekî DEM Partî, fikra me zelal e. Lê eger tu bibêjî di vê pêvajoyê de Rojava li ku ye, bêguman bandora Rojava li vir jî heye. Lê wê derê taybetiyên xwe hene. Çawa ku em dibêjin Amed û Enqere, li wir jî Qamişlo û Şam e. Tenê bila pêvajo baş bimeşe, wê bandora vir li ser wir jî hebe. Lê ew der xaleke din e, ew der welatekî din e. Li vir kar baş biçe, wê bandora xwe li wir jî bike. Li vir kar baş biçe, wê bandora wê li Herêma Kurdistanê, Îraqê û Rojhilat jî hebe.

Em vê ji dewletê re jî dibêjin: Kurd ne dijminê we ne. Heta 10-15 sal berê jî digotin Herêma Kurdistanê ji bo me tehdît e. Niha têkiliyên Herêma Kurdistanê ji yên dewletên ku 300-400 sal in cîranên Tirkan in, baştir e. Em ji wan re her dem dibêjin, "Binêrin, we ji Herêma Kurdistanê re jî wisa digot. A niha têkiliyên we baş in." Ew bi xwe jî dibêjin têkiliyên me baş in. Ji bo Rojava jî wisa ye. Ew ne dijminê Tirkan û Tirkiyeyê ne, dixwazin mafên xwe bistînin.

Gelê wir ji bo mafên xwe şer kiriye û dixwaze statûyekê bistîne. Bi kurtasî ez bibêjim, li vir baş biçe, wê bandora wê li wir jî hebe. Wê ji bo çareseriyê jî hêsantir bibe. Wê nêzîkatiya Tirkiyeyê jî baş be. We dît, li vir pêvajo dest pê kir. Hûn dizanin berê bi tank û topan li nexweşxane û dibistanan dixistin lê ew jî sekinî. Ev jî tiştekî baş e. Carna ji me dipirsin, dibêjin "Ka çi ket destê we?" Em dibêjin, "Operasyonên li dijî Rojava sekinîn," ew jî baş e. Bêguman bandorê li ser hev dikin.

Rûdaw: Min pirsa Rojavayê Kurdistanê kir, ez pirsa Herêma Kurdistanê jî bikim. Em dizanin peywendiyên we bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî hene. Di vê pêvajoyê de şandên we serdana Silêmanî û Hewlêrê jî kirin. Hûn helwesta Herêma Kurdistanê û rola wê di vê pêvajoyê de çawa dibînin?

Tuncer Bakirhan: Ji destpêka pêvajoyê heta niha, Herêma Kurdistanê roleke baş lîst. Gotin û pratîkên wan alîkariyeke mezin dan vê pêvajoyê. Em spasiya xwe ji wan re dişînin. Karekî baş kirin. Îxtiyaca Kurdan jî tam ev bû. Em hemû Kurd in. Hinek ji me li Iraqê, hinek li Îranê, hinek li Sûriyeyê mane. Wellahî, maf û derdê Kurdê Kerkûkê derdê me ye. Ez dizanim derdê Qamişloyê derdê wan e. Em dizanin êşa Amedê Herêma Kurdistanê aciz dike. Loma roleke pir baş standin. Di Newrozê de jî nûnerên wan hatin. Hevdîtinên me çêbûn. Dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve, em vê jî dibînin.

Pêwîst e ev siyaset û yekîtiya ku ev 5-6 meh in di nav Kurdan de derketiye holê, em berdewam bikin. Divê em alîkariyê bidin hevdû; ji bo mafên hevdu, ji bo hiqûqa hevdu, ji bo siyaseta hevdu em alîkariyê bidin hevdû. Em miletek in, em zimanek in, cografyaya me yek e. Lê em hemwelatiyên welatên cuda ne. Ji niha û pê de, Herêma Kurdistanê pêwîst e li ser yekîtiya Kurdan zêdetir bisekine.

Ji ber ku Birêz Ocalan got, yekîtiya Kurdan gelekî girîng e. Got, "Bila konferanseke neteweyî bicive," û got ku Birêz Mesûd Barzanî bixwaze bila bibe serokê wê. Ev tiştên girîng in. 3-4 sal berê wisa nebû. Di nav Kurdan de bariyer hebûn. Bi vê pêvajoyê re êdî ew jî rabûn. Ez bi xwe pir memnûn im, partiya me jî pir memnûn e. Înşellah wisa dewam bike. Pêvajo wisa berdewam bike, em ê jî herin û werin, dê hevdîtinên me berdewam bin. Em ê fikra wan bistînin û fikra xwe ji wan re bibêjin.

Daxwazên me hebin, yên wan hebin, em ê li ser bisekinin. Lê ez baş dibînim û baş diçe. Em ê hinekî li ser yekîtiya Kurdan bisekinin. Lê divê êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî çêbibe. Rojhilata Navîn dikele, şer û her tişt heye. Yanî, ew der bê hikûmet e, ev me jî aciz dike. Hikûmet hebûya, wê baştir û hêsantir bûya. Daxwaza me jî, ya wan jî ev e. Pêwîst e em ji bo yekîtiya navxweyî ya Kurdan roleke mezin bistînin. Di vê pêvajoyê de tiştek bikeve ser milê wan, ji bo Xwedê ew ê bikin, baweriya me jî heye.

Rûdaw: Pêvajoyê hinekî Kurd jî nêzîkî hev kirin.

Tuncer Bakirhan: Belê, pir rast dibêjî. Heta niha herkesî siyasetek dabû pêşiya xwe û siyaseta xwe berdewam dikir. Niha êdî ez dibînim ku siyaseta giştî ya Kurdan bûye derdê herkesî. Ev jî tiştekî baş e. Bi destpêka pêvajoyê re, ya herî baş ew bû ku niha xwestinên me, gotinên me, sekna me ya herî baş bi vê pêvajoyê derket holê. Divê em vê berdewam bikin.

Rûdaw: Hûn dizanin, ji bilî gerîlayên PKKyê, rêveberên KCKyê jî hene, rêveberên PKKyê hene. Piştî proseya çekberdanê, piştî ku çek hatin berdan, dê çarenivîsa wan çi be? Qet planek heye? Gelo ew dê vegerin Tirkiyeyê, yan dê biçin welatekî din, yan jî dê li Herêma Kurdistanê bimînin?

Tuncer Bakirhan: Îhtimal e planek hebe. Heta niha ev mijar nehatiye pêşiya me. Eger hatiba, min ê ji te re gotiba. Lê muheqeq planek heye; wê li ku bimînin? Wê li Herêma Kurdistanê bimînin an nemînin... Ji bo van mijaran gelekî zû ye. Rojên pêşiya me dê zelal bibe û em ê bersiva pirsa te jî bidin.

Rûdaw: Hûn dê kongreya xwe jî encam bidin. Pêşniyazeke Birêz Ocalan jî hebû, dibêje bila navê partiya we bibe "Partiya Komara Demokratîk". Di kongreyê de, wekî DEM Partî, di serî de navê partiyê, dê çi guhertin di rojeva we de bin?

Tuncer Bakirhan: Wellahî, sûdê herî zêde yê pêvajoyê ji DEM Partiyê re çêbû. Ji ber ku ji bo me zemîneke mezin vebû. Wê vebe jî. Heta niha em dihatin lêxistin û girtin. Milet ditirsiya bê partiya me, ditirsiyan werin cem me, ditirsiyan werin çalakî û bernameyên me. Zemîneke demokratîk çêbibe, gelekî kêrî me tê. Ev jî tê wê maneyê ku em ê mezin bibin, wê zemîna me mezin bibe. Ku em mezin bibin, zemîna me mezin bibe, lazim e em xwe jî mezin lidar bixin; di aliyê zanebûna xwe de, di aliyê zêdekirina hejmarê de. Hevalên me yên ku vî karî baştir bikin hene. Em ê jî xwe nû bikin. Tevî hêza xwe, tifaqên xwe, rêxistina xwe li pêşiya me jî rojên nû hene. Em li ser vê jî dixebitin.

Şewket Herkî: Pirsa min a dawî ye. Lê ya rastî ne pirsa min e. Ez çend roj berê li Geverê bûm. Hûn dizanin, em wekî Rûdawê gelekî diçin herêmê. Li Geverê hemwelatiyekî ji min pirsî û got, "Piştî pêvajoyê dê Selahattîn Demîrtaş were azadkirin?" Min jî jê re got, "Bersiva pirsa te ne li cem min e, lê ku ez biçim Enqereyê, ez ê ji Birêz Tuncer Bakirhan bipirsim." Gelo di dawiya vê pêvajoyê de, dê Birêz Selahattîn Demîrtaş û hevserokên we, parlamenter û şaredarên we yên girtî bên azadkirin?

Tuncer Bakirhan: Jixwe eger ew azad nebin, tê wê wateyê ku pêvajo çênebûye. Eger pêvajo bi ser keve, ti kes di girtîgehan de namîne. Selahattîn Başkan jî, Fîgen Başkan, Leyla Guven, Ayşe Gurkan... Ez niha navan hemûyan bihejmêrim, renge 3-4 saetan ez xilas nekim. Jixwe, aliyekî vê pêvajoyê jî girtîgeh in, hevalên me yên girtî û sirgûn in.

Li Herêma Kurdistanê jî bi hezaran hevalên me hene. Ne yên KCK, PKKyê ne, lê yên ku siyaseta me dimeşînin û dewletê ceza daye wan. Ya rastî, tiştekî ku ceza bigirin jî nîne, lê tu dizanî li ser siyaseta me heta niha zilmeke pir mezin hebû. Ew ê hemû vegerin û yên li girtîgehan jî hemû dê derkevin. Jixwe wisa nebe, wê demê pêvajo rast naçe.

Rûdaw: Mala we ava. Ez dixwazim peyama we ya dawî jî bigirim.

Tuncer Bakirhan: Ez pir memnûn bûm. Cara yekemîn e ez bi Kurdî hevpeyvînekê dikim. Înşellah gelê me jê memnûn be. Ji niha û pê de em dê bi cesarettir bin. Dibe ku em êdî di roportaj û axaftinan de zimanê xwe bi kar bînin. Ez jî spasiya we dikim, mala we ava be. Rola televîzyona we pir zêde ye, ez rind dizanim. Hem di nav Kurdan de, hem jî li Rojhilata Navîn guhdariya we dikin. Çi dikeve ser milên we, divê hûn jî bikin.

Li Tirkiyeyê zimanê medyayê qirêj bûye. Îxtiyac bi zimanekî paqij heye. Em wisa bawer dikin ku hûn jî di nav bikarhênerên zimanê paqij de ne. Ez ji we re serkeftinê dixwazim. Ji herkesî re serkeftinê dixwazim. Înşellah em ê rojên baştir, xebarên baştir bi rêya we bidin xelkê xwe, xelkê Kurdistanê. Ez silavên xwe pêşkêşî xebatkarên we dikim, silavên xwe pêşkêşî miletê me, miletê Herêma Kurdistanê dikim.

Rûdaw: Gelekî spas. Ya rastî, ji bo min hevpeyvîneke gelekî xweş bû. Ji hevpeyvînê zêdetir, ya rastî sohbeteke xweş bû.

Tuncer Bakirhan: Spas.

Rûdaw: Belê, em li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bûn. Mêvanê me Birêz Tuncer Bakirhan bû. Me hevpeyvînek di keşûhewayeke samîmî de encam da. Heta hevpeyvîneke din, bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst