HSDyê berpirsekî payebilind ê DAIŞê girt: Beşdarî 24 êrişan bûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saher Ehmed Xelef Ebdulah DAIŞ HSD Dêrezor Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li rojhilatê Dêrezorê serkirdeyî şaneyên DAIŞê girtiye û mikurhatinên wî belav kirin.

HSDyê diyar kir ku ew berpirsê payebilind ê DAIŞê li xwe mikur hatiye ku beşdarî zêdetirî 24 êrişan bûye.

Di daxuyaniya HSDyê de hat diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî 7ê Kanûna Pêşîn "operasyoneke ewlehiyê ya hesas û baş plankirî" pêk aniye.

Di operasyonê de Saher Ehmed Xelef Ebdulah hat girtin ku yek ji "serkirdeyên herî metirsîdar" ên şaneyên DAIŞê ye û berpirsê dabînkirina çek, cebilxane û teqemeniyan bûye.

Hûrgiliyên êrişan eşkere kirin

HSDyê dîmenên mikurhatinên Ebdulah parve kirin.

Ebdulah li xwe mikur hat ku ew rasterast beşdarî 7 êrişan bûye ku yekîneya wî bi giştî 20 êriş pêk anîne.

Di nav wan êrişan de teqînek heye ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) kirine armanc û 2 endamên Asayîşê şehîd bûne.

Her wiha gelek êrişên bi bombeyên çêkirî û çekên giran li dijî wesayîtên leşkerî yên li Dêrezorê hene.

Ebdulah her wiha li xwe mikur hat ku ew beşdarî êrişa li ser mala sivîlekî bûye ku red kiribû "xeracê" bide DAIŞê.

Berpirsê payebilind ê DAIŞê bi hûrgilî vegot ku ji bo neyên girtin di dema operasyonan de telefon bi kar neanîne lê ji bo plankirina êrişan û wergirtina pereyan agahî ji yekîneyên jorîn re şandine.

Çek di nav cil û sebzeyan de veşartine

Li gorî mikurhatinên Ebdulah, endamên şaneyê ji bo ku neyên tesbîtkirin li bajarên mezin diciviyan; çek, cebilxane û teqemenî di mala wî de dihatin depokirin.

Ebdulah diyar kir ku endamên DAIŞê bi "cilên sivîlan" derbasî rojhilatê Feratê dibûn ku di bin kontrola HSDyê de ye.

Wî got ku çekên di êrişan de dihatin bikaranîn di nav koliyên sebze an cilan de vedişartin û vediguhastin.

HSDyê diyar kir ku belavkirina van mikurhatinan xizmeta "mafê zanîna rastiyan" a gel dike û peyameke zelal dide ku "ti endamê DAIŞê dê ji destê dadmendiyê rizgar nebe."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me ji bo parastina ewlehiya welatiyan û aramiya herêmê dê têkbirina şaneyên terorê û ziwakirina çavkaniyên piştevaniya wan bidomînin."

HSD hevalbendê sereke yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ye ku Amerîka pêşengiya wê dike.

Tîmên Operasyonên Leşkerî bi taybetî di warê serdegirtinên li dijî terorê û operasyonên taybet de pispor in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst