Di êrişa DAIŞê de şervanekî canê xwe ji dest da

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Şervan DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di êrişeke DAIŞê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku di êrişeke din a şaneya DAIŞê ya li dijî xaleke li rojhilatê Dêrezorê de şervanekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê êriş li bajarokê El Behra yê Hecînê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûye.

HSDyê ev êriş bi "xedar û tirsonak" pênase kir.

HSDyê her wiha  diyar kir ku ew dê çalakiyên xwe yên li dijî bermahiyên DAIŞê berdewam bikin û  dewam banga bihêzkirina hevkariyê bi civakên xwecih re kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst