Fermandara YPJyê li ser dan û standinên bi Şamê re daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sozdar Hacî YPJ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandara YPJyê Sozdar Haciyê got ku di dan û standinên li gel hikûmeta nû de ti pêşketin çênebûne.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sozdar Hacîiyê li ser dan û standinên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re daxuyanî dan.

Sozdar Haciyê ragihand ku di dan û standinên bi hikûmeta nû re de ti pêşketin çênebûne.

"Reform çênebûne"

Sozdar Haciyê diyar kir ku şertê bingehîn ê Peymana 10ê Adarê, pêkanîna reformên siyasî û rêxistinî ye di hikûmeta nû de lê ew reform çênebûne.

Sozdar Haciyê got, "Ji ber vê yekê gotûbêjên li ser entegrasyonê dest pê nekirine."

"Çekdarên DAIŞê li qadê ne"

Sozdar Hacî ku endama komîteya dan û standinan a bi hikûmeta Sûriyeyê re ye, bal kişand ser beşdariya komên radîkal di şer de.

Fermandara YPJyê got, "Çekdarên DAIŞê, bi taybetî koma Ehrar El Şerqiye, beşdarî şerê li dijî HSDyê dibin."

Sozdar Haciyê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hemû pêkhate di dewleta nû ya Sûriyeyê de cih bigirin.

Wê destnîşan kir ku ew ne tenê li hemberî mafên Kurdan her wiha li hemberî mafên hemû civakên herêmê berpirsyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst