Mereş (Rûdaw) - Li bajarê Elbistanê yê ser bi parêzgeha Mereşê bêhtir ji 2 hezar kesan di erdheja 6ê mehê de jiyana xw ji dest dane, niha jî gelek kes bê cih mane, malbetek 5 kesî traktora xwe bo xwe kirine stargeh, çadirek pêve kirine û têde dijîn û ew dibêjin qet nikarin ku wan dema ji bîr bikin.
Di erdheja 6ê Sibatê de, hem kesên ku canê xwe jî jidest dane, hem jî kesên rizgarbûyî xwediyê serpêhatiyên taybet in. Kesên ku rizgar bûne, heya niha jî ji bin bandora wê erdhejê derneketine. Beşek li kampên çadiran dimînin, hinekan jî ji xwe re holik û kepir çêkirine, xwe dane bin û li hêviya zelalbûna çarenivîsa xwe ne.
Li Elbîstana ser bi Mereşê ve dayikek behsa dema erdhejê dike û dibêje, wê destê zarokên xwe girtiye û bi pêy xwe de kişandine heta ku ji mal derketine. Lê heya niha jî nizane ka çawa rizgar bûne. Wan canê xwe xelas kiriye, lê niha li derve, di rewşeke gelekî xerab de dijîn.
Rizgarbûya ji erdhejê ya nişteciha Elbistanê Songul Kadiroglu dibêje: “Ma em dikarin wê demê ji bîr bikin. Nexêr nikarin ji bîr bikin. Di erdheja duyem de, min zarokên xwe li pêy xwe kişandin. Dema ku min ew dikişandin, min ji tirs û xofanê destê keça xwe ya mezin birîndar kir. Keça min a zewicî jî li cem me bû. Digot ‘yadê destê min berde’, lê min ew dixirikandin. Gore jî di pêyên me de nebûn. Me wisa xwe avêt derve.”
Li bajarê Elbistanê ser bi parêzgeha Mereşê pitirî 2 hezar kes di erdheja 6 vê mehê de jiyana xwe dest dane.
Erdhejê ne ne tenê apartman herwiha xaniyên biçûk jî wêran kirine, lewma jiyan êdî heta radeyekê di wî bajarî de nemaye.
Li Elbistanê herkesê li pisyara rewşa wî bikin, her zû bê cudahiya temenî rondik ji çavên wan tê xwarê û ji rewşa tê de bezar e. Welatiyê bi navê Hasan Karaduman yek ji wan mînakan e.
Hasan Karaduman diyar kir ji destpêka erdhejê ve 17 kes li bin vê kolîka wî ya bi bilindahiya metrekê ye diman û got: “Me 3 kureêkên jinekê hebûn. Me jinek ji bin kavilan de rizgar kir û ez hatim. Min dît milet perîşan bûye. Xwedê nehêne serê ti kesî. Hemû kes gelek perîşan bûn.”
Elbistan weku piraniya bajarên her 10 parêzgehên erdhejê lêdayî wêrankarî bi ser de hatiye û her kesê ku derfetê bibîne ji niha ve jê bar dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse