Îranê bersiv da Trump: Dê bersiva me dijwar be

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Zulfiqarî Donald Trump Amerîka Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê.

Biryargehê ragihand, her êrişa li ser jêrxana enerjiyê ya welatê wan, dê bersiveke "dijwar" hebe û dê saziyên wan ên stratejîk ên li herêmê werin armanckirin.

Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî, bersiva hişyariya Serokê Amerîkayê da.

Zulfiqarî ragihand, "eger dijmin êrişî jêrxana sotemenî û enerjiyê ya Îranê bike”, ew dê hemû jêrxanên enerjiyê, teknolojiya zanyariyan (IT) û santralên parzûnkirina avê yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê bikin armanc.

Trump 48 demjimêr wext dabû Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund dabû Îranê ku divê di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmizê veke.

Trump hişyarî dabû, eger na Amerîka dê êrişî kêlgeh û santralên karebayê yên Îranê bike û wan ji nav bibe.

Trump li ser tora medyaya civakî ya Truth Socialê parvekirinek kiribû û gotibû:

"Eger Îran bi temamî û bêyî metirsiyê ji niha ve heta 48 demjimêrên din Tengava Hurmizê veneke, Amerîka dê êrişî santralên cuda yên karebayê yên Îranê bike û wan ji holê rake."

Trump her wiha gotibû, eger tengav neyê vekirin "Em dê destpêkê ji santralên mezin dest pê bikin."

Krîza sotemeniyê

Girtina Tengava Hurmizê, li gelek welatan krîzeke mezin a sotemeniyê çêkiriye.

Ji ber ku ji sedî 20ê sotemeniya ku tê hinardekirin di tengavê re derbas dibe.

Îranê ji roja duyem a şer ve tengav girtiye û rê nade ku keştiyên sotemenî û kel û pelan di tengavê re derbas bibin.

Amerîka û Îsraîlê berê jêrxana enerjiyê ya Îranê bombebaran kiribû.

Yek ji wan jî bombebarankirina qada Gaza Parsa Başûr bû.

Di beramberî vê de, Îranê bi tundî êrişî hejmarek jêrxanên enerjiyê yên welatên Kendavê û Îsraîlê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst