Newroz Uysal: Çavkaniya hêza Kurdewarî li Gundikê Melî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Newroz Gundikê Melî Newroz Uysal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê li Newroza Gundikê Melî got, “Îro çavkaniya hêza Kurdewarî û Kurdistaniyê li Gundikê Melî veşartî ye."

Li bajarokê Gundikê Melî yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, xelkê bi coş û kelecaneke mezin Cejna Newrozê pîroz kir.

Pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Bakurê Kurdistanê didomin.

Êvariya Şemiyê li bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê niştecihên gund  agirê Newrozê hilkir.

Wan bi coş û kelecaneke mezin Newroz pêşwazî kir.

Bi meşaleyan meşiyan

Hinek ciwan bûn rêz û  bi xetirên ku pêxistibûn ber bi cihê ahenga Newrozê ve meşiyan.

“Çavkaniya hêzê li Gundikê Melî ye”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî beşdarî Newroza Gundikê Melî bû û got:

“Îsal li her bajar, qad û gundekî Kurdistanê agirek pê dikeve.”

Newroz Uysalê di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ev agir ji me re dibe yekitî, azadî û hêvî. Îro çavkaniya hêza Kurdewariyê li Gundikê Melî veşartî ye.”

Piştî axaftin û peyaman, ahenga Newrozê bi govend û dîlana xelkê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst