NEWROZA ENQEREYÊ - Çavê Kurdan li 'Yasaya Aştiyê' ye

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Newroza Enqereyê Newroz Pêvajoa Çareseriyê Ozturk Turkdogan
A+ A-

Enqere - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, îsal di peyamên Newrozê de herî zêde behsa aştiyê hate kirin.

Piraniya beşdaran daxwaz kir ku piştî cejnê Parlamentoya Tirkiyeyê yasayên pêwîst derxe û karekî cidî li ser rapora Komîsyonê were kirin.

Beşdarên Newrozê li bendê ne ku bi derketina "Yasaya Aştiyê" gelek girtî ji zindanan werin azadkirin.

Daxwazên yasayî û diyalog

Hevserokê Komîsyona Yasayê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bal kişand ser amadekariyên yasayî û got: “Pêwîst e, desthilat di di demeke nêzîk de reşnivîsa xwe ya li ser pêşniyazên yasayî yên raporê bi me re parve bike.

Bê guman pêwîst e Yasaya Aştiyê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re were gotûbêjkirin. Piştre em li bendê ne ku reşnivîsa nêrînên hemû aliyan bînin parlamentoyê.”

Rengê Kurdan û coşa Yenîmahalleyê

Wekî her sal, îsal jî jin û ciwanên Kurd bi cil û bergên xwe yên rengîn qada Newrozê xemiland.

Beşdarên li qada Anitparkê peyamên xwe ji Parlamentoya Tirkiyeyê re şand ku tenê 500 metreyan dûrî wan e.

Wan xwest ku dîwarên li pêşiya aştiyeke mayînde bi temamî werin rakirin.

Dayîka Kurd a bi navê Fadîle Elberê got, "Newroza me gelekî xweş bû. Înşalah em gelek salan Newrozên wilo xweş û aram derbas bikin.

Êdî bes e ev şer û xwîn, em li benda xebereke xweş in."

Beşdarê Newrozê yê bi navê Omer Suçî jî got, "Newroza îsal ji ya salên borî xweştir bû.

Ez bawer dikim dê Newrozên bê xweştir bin. Ez hêvî dikim gelê Kurd hevgirtina xwe bi hêztir bike."

Welatiyê bi navê Enes Kara jî got, "Xweş e Newroz lê me dixwest em li welatê xwe bin. Dîsa jî li Enqereyê jî baş û xweş bû."

Hêviya azadiyê

Keçên bi navên Rozalînda û Nazdar Yilmazê jî kêfxweşiya xwe anîn zimên û hêvî kir ku Newroz bibe sedema xweşî û azadiyê.

Di Newroza Enqereyê de hejmarek welatiyên Tirk ku piraniya wan alîgirên partiyên çep û sosyalîst bûn jî amade bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst