Wezareta Pêşmergeyan bangî Sûdanî kir: Sînorekî ji van êrişan re deyne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmergeyan Êrişa Bi Dronê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan êrişa li ser baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li sînorê Çemçemalê şermezar kir.

Wezareta Pêşmergeyan ji Serokwezrîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdaniyê wekî xwest ku "sînorekî ji van êrişên bêhincet re deyne."

Wezareta Pêşmergeyan îro daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Komeke terorîst careke din dest bi karên têkderane kiriye û bi rêya droneke bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li sînorê Çemçemalê kiriye."

"Armanc têkdana asayîşê ye"

Wezaretê ev êriş bi “tundî” şermezar kir û anî zimên, "Armanca vê êrişê têkdana asayîş û aramiya herêmê ye."

Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser rewşa herêmê û got:

"Ducarebûna van êrişên terorîstî yên li baregehên Pêşmergeyan di demekê de ye ku rewşa herêmê bi giştî di qonaxeke hestiyar û aloz de ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst