Hewlêr (Rûdaw) - Roja Cejna Newrozê, piştî ku welatî ji merasîman vegeriyan, li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de êrişî otomobîlên welatiyên Kurd hat kirin.
Di van êrişan de, heqaret li Alaya Kurdistanê û hejmarek welatiyan hat kirin û li wan xistin.
Li bajarê Ezazê, komekê ku di nav de çekdar jî hebûn, Alaya Kurdistanê şewitand û wan çêrî gelê Kurd kir.
Her wiha ciwanekî Kurd ê ku bi boneya Newrozê Alaya Kurdistanê hildabû, hat girtin û şkencekirin. Motorsîkleta wî jî hat şewitandin.
Li ser rêyan, otomobîlên welatiyên Kurd ên ku ji ahenga Newrozê vedigeriyan, hatin rawestandin û heqaret li Alaya Kurdistanê hat kirin.
Bi dehan kesan ku çekdarên bi unîformên leşkerî jî di nav wan de hebûn, pê li alayê kir û zerer da otomobîlan.
Bi hezaran kes derbasî Efrînê bûn
Êvara heman rojê, bi hezaran kes ji gundewarên bakurê Helebê bi otomobîlan derbasî nav bajarê Efrînê bûn.
Wan gef li Kurdên bajêr xwar û êrişî Alaya Kurdistanê kir.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê ji Efrînê dane Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, nêzîkî 3 hezar otomobîl ji Heleb, Ezaz, Til Rifat û deverên din hatibûn Efrînê. Wan tirs di nav welatiyan de belav kiribû.
Bertek û daxuyaniyên berpirsan
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Horo Osman ji Rûdawê re ragihand ku piştî ahengên Newrozê, li Efrînê êrişî Kurdan hatiye kirin.
Horo Osman her wiha da zanîn ku otomobîlên wan hatine şikandin, Alaya Kurdistanê ji destê wan hatiye standin û pê lê hatiye kirin.
Horo Osman diyar kir ku ev bûyer wekî bertekekê li hemberî daxistina alaya Sûriyeyê ya li Kobaniyê çêbûye.
Wî got, "Em vê bûyera ku çêbûye şermezar dikin. Alaya dewletê, alaya me hemûyan e."
Di heman demê de, wî reftara li hemberî gelê Kurd û pêlêkirina Alaya Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku kesên van karan dikin fitneyê çêdikin.
Horo Osman ji hikûmetê xwest ku van kesan ceza bike û dawî li van kiryaran bîne.
Wî anî zimên ku ev kiryar xizmeta gelê Sûriyeyê nakin.
Bûyera Kobaniyê bû hincet
Muxtarekî Efrînê Mihemed Ebdulhenan ji Rûdawê re ragihand, piştî ku kesekî li Kobaniyê di ahenga Newrozê de alaya Sûriyeyê daxist li Efrînê jî hinek kesan hewl da ku aloziyê derxîn.
Li gorî Ebdulhenan, kesê ku li Kobaniyê al daxistiye "mirovekî nezan" e û nûneratiya xelkê Efrînê nake.
Wî da zanîn ku bi destwerdana xelkê, rûspiyan û Ewlehiya Giştî ya li Efrînê, rê li ber derketina bûyerên nebaş hatiye girtin.
Li ser asta siyasî karvedanên aliyên cuda herbûn.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bangî xelkê kir ku li hemberî wan kesên ku bûyereke tekane dikin hincet û dixwazin nîfaqê bixin navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bihişmend tevbigerin.
Sîpan Hemo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:
"Yên ku li bajarê Kobaniyê alaya Sûriyeyê anî xwarê û yên ku li Helebê heqaret li gelê Kurd û sembolên wan kirin, di cewhera xwe de xwediyê heman zîhniyeta cudaxwaz û fitnekar in."
Sîpan Hemo tekez kir ku dê ew kesên ku tevlî bûyeran bûne bêceza nemînin û anî zimên:
"Kî dibe bila bibe, yê ku alaya Sûriyeyê biçûk dixe an jî êrişî gelê Kurd û nirxên wî dike, dê li ber hiqûqê hesab bide."
Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya li parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî derbarê bûyerên ku roja Şemîyê li herêmên Kobanî û Efrînê qewimîn de got:
"Sazîyên peywendîdar dê li hember tu destdirêjîyên li ser sivîlan an jî tu hewldanên têkbirina ewlehî û aramîyê nermîyê nîşan nedin."
Ji aliyê xwe ve berpirsê herêma Kobaniyê Îbrahîm Mislim got ku divê planên fîtne û dubendiyê werin pûçkirin û pêkvejîyan were parastin.
Çi bûbû?
Bûyer piştî wê yekê derket ku kesekî li Kobaniyê alaya Sûriyeyê daxistibû.
Tevî ku Asayîşê ragihand ku ew kes hatiye desteserkirin jî li Efrînê êrişên li dijî xelkê û Alaya Kurdistanê dest pê kir.
Çavkaniyekê ji Efrînê ji Rûdawê re gotibû ku beriya bûyera Kobaniyê jî hejmarek Erebên hawirde rê li ber karwanên Kurdan girtibû û heqaret li Alaya Kurdistanê kiribû.
Wekî bertekekê li hemberî bûyerên Efrînê, hinek ciwanên Qamişloyê êrişî baregeheke Ewlehiya Giştî kir û alaya Sûriyeyê daxist.
Ji ber vê yekê, Asayîşê li hinek taxên Qamişloyê û Hesekeyê qedexeya derketina derve ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse