Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Wanê axivî û diyar kir ku ev Newroz, Newrozeke avaker e.
Tuncer Bakirhan got, "Newroza sala 2026an Newrozeke cuda ye. Ev Newroz, Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ve ye.
Newroza Wanê bi beşdariya sedan hezar kesî û bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat sazkirin.
Tuncer Bakirhan piştî geşkirina agirê Newrozê gotarek pêşkêş kir.
Bakirhan hêzên ewlehiyê yên Wanê rêxne kirin
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew di serdemeke nû de ne lê belê hêzên ewlehiyê yên li Wanê hîn ji vê serdemê ne agahdar in.
Bakirhan di berdewamiyê jî de got, "Ew ji serdema kevn mane û neguherîne. Ew hîn jî wilo difikirin ku bi zexta li ser xelkê Wanê dikarin rê li ber pîrozkirina Newrozê bigirin.
Ez wan kesên ku li xalên lêgerînê eziyetê li xelkê me dikin şermezar dikim."
Bakirhan tekez kir ku ew hewl didin jiyaneke bêşer û pê tundî ava bikin ku tê de Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê hêvî kir ku "bayê aştiyê yê li Enqereyê" bigihe Wanê jî.
"Em ne desttêwerdana emperyalîstan ne jî pergala melayan diparêzin"
Bakirhan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û rewşa Îranê jî û wiha domand:
"Li piraniya paytextên Rojhilata Navîn bombeyan dibarînin. Sedema vê yekê nebûna demokrasiyê ye.
Îran bi salan zilm dît û niha jî rûbirûyî wêraniyê ye çimkî mafên Kurd, Belûç, Azerî û jinan piştguh kirin.
Helwesta me ya derbarê şerê li Îranê zelal e; em ne desttêwerdana emperyalîst ne jî pergala zordest a melayan diparêzin.
Em piştgiriya têkoşîna rûmetê ya Kurdan û jinên ku dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' dikin."
Bakirhan destnîşan kir ku tenê bi naskirina nasname û mafên gelan Îran dikare aram bibe.
"Kurd dixwazin statuya Ocalan zelal bibe"
Tuncer Bakirhan behsa banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan kir û got ku Ocalan ev desttêwerdanên hêzên derve berê dîtibûn û ji ber wê ev pêvajo da destpêkirin.
Bakirhan amaje bi statuya Ocalan jî kir û wiha axivî:
"Kurd dixwazin nasnameya wan were naskirin, welatîbûna wekhev, perwerdeya bi zimanê dayîkê û demokrasiya herêmî dixwazin.
Xelkê Wanê naxwaze qeyûm hebe. Kurd dixwazin statuya Birêz Ocalan zelal bibe û bibe statuyeke fermî."
Banga ji bo yekîtiya Kurdan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku pêvajoya aştiyê ne tenê ya Kurdan e, ya 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê ye.
Bakirhan daxwaz ji xelkê herêmên Trakya û Deryaya Reşê kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Di dawiyê de Bakirhan bangî partiyên Kurd kir û wiha domand:
"Em yek in. Kobanî ji bo me çi be Wan ew e. Urmiye çi be Silêmanî û Hewlêr ew e. Divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.
Di vê pêvajoya ku qedera me tê diyarkirin de, divê ti partî û saziya Kurd ji yekîtiyê nereve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse