Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê nû yê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku îro Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Brîtanyayê yê Îraqê Îrfan Sidîq re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê jê re xwest û her piştgiriyeke aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkên wî dubare kir.
Nêçîrvan Barzanî tevî pesinandin û bilindnirxandina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Brîtanyayê re, tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş bi Brîtanyayê re di warên cuda de kir.
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Balyozê nû yê Brîtanyayê Îrfan Sidîq jî dilxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya bo Hewlêrê anî zimên û tekezî li xwesteka welatê xwe ji bo berdewamî û geşkirina hevkariya hemû alî bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş dubare kir.
Her wiha rola Herêma Kurdistanê di çespandina aramî û pêkvejiyanê li Îraq û Herêma Kurdistanê jî gelekî girîng nirxand.
Pêşhatên dawî yên herêmê jî mijareke din a hevdîtinê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse