Wan - Keça ku 11 roj in winda bû hat dîtin

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sûdenaz Ozgel Wan Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê keça 16 salî ya 11 roj in winda bû, hat dîtin.

Keça bi navê Sûdenaz Ozgel a 16 salî ya ku li taxa Halîlagayê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê rûdinişt gotibû "Ez diçim kar" ji mal derketibû û ji wê rojê ve ti agahî ji wê nehatibûn wergirtin.

Li ser vê yekê malbatê ji bo dîtina keça xwe serî li qereqola polîsan dabû.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê li ser keça winda Sûdenaz Ozgelê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Ozgel 21ê Nîsanê li derdora cadeya Kazim Karabekîrê ya navçeya Rêya Armûşê hatiye tespîtkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê da zanîn ku hêzên ewlehiyê derbasî cihê ku hatiye tespîtkirin bûne û xwe gihandine keça winda û ji malbata wê re hatiye ragihantin keça wan hatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst