Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Mereşê erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da.
Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 03:39an çêbûye.
AFADê da zanîn ku vê erdhejê di kûrahiya 6,95 kîlometrayan de rû daye.
Li Wan û navçeyên wê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Li gorî zanyariyan erdhej nebûye sedema ti rewşên neyînî lê demeke kurt bûye cihê metirsiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse