Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tuşbayê ya Wanê erdhej çêbûye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 22:17an çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,11 kîlometre bûye.
AFADê diyar ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber erdhejê ti ziyanên madî û canî çênebûne û li qadê kar û xebatên wan berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse