Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 643 kesên derbarê wan bi hincetên cuda biryara desteserkirinê hebû ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê amarên xebatên di navbera 13 û 20ê Nîsana 2025an de belav kirin.
Li tevahiya parêzgeha Wanê di navbera 13 û 20ê Nîsanê de di operasyonên polîsan de 643 kesên ku derbarê wan bi tawanên cuda biryara desteserkirinê hebû hatin desteserkirin.
Di nav wan de 58 kesên ku dadgehê cezaya girtîgehê li wan birîbû hatin girtin û hêzên ewlehiyê ew şandin girtîgehê.
Her wiha 25 kes ji wan bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” hatin desteserkirin û derbarê wan karên yasayî hatin kirin.
Di operasyonan de dest bi ser 46 kîlo û 640 gram madeyên hişbir hat girtin û derbarê 9 kesan ji “tawanê bazirganiya madeyên hişbir” karên yasayî hatin kirin.
Her wiha dest bi ser pasaporteke sexte, 11 demançe, 2 hezar û 200 parçeyên çekan û hejmarek gule hatin girtin.
Derbarê 10 kesan jî bi hinceta “qeçaxçîtiya koçberan” karên yasayî hatin kirin, qeçaxçiyek hat girtin û dest bi ser otomobîlekê de jî hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse