Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) derbarê Konferansa Neteweyî got, “Ev gaveke girîng û pêwîstiyeke siyasî ye ku xwestek û daxwazên gelê me yê Kurd ê li Sûriyeyê nîşan dide.”
ENKSyê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Konferansa Neteweyî ya “Yekrêziya Helwesta Kurdan a li Rojava” dê 26ê Nîsanê bê lidarxistin.
ENKSyê di daxuyaniya xwe diyar kir ku aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî li hev kiriye ku Konferansa Neteweyî roja Şemiyê be.
ENKSyê her wiha konferans wekî gaveke girîng û mafekî siyasî ku daxwazên xelkê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide pênase kir.
“Ev deskeft bi saya Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî hatiye bidestxistin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev destkeft wekî encama îradeya gelê me yê Kurd û xebatên bêrawestan ên têkoşerên wî yên dilsoz, bi piştgiriya hêja ya bira û dostan, bi taybetî birêz Serok Mesûd Barzanî û bira General Mezlûm Ebdî hatiye bidesxtin.
Em hêvî dikin ku ev konferans bibe xaleke werçerxanê ber bi qonaxeke nû ya hevkariya binirx a di navbera partiyên tevgera siyasî ya Kurdan û baweriyê bi xelkê re xurt bike, her wiha têgihiştineke berfirehtir ji bo pîwendiyên niştimanî yên bihêz bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re veke.”
“Yekîtiya helwesta Kurdan pêwîstiyeke neteweyî ya lezgîn e”
ENKSyê tekez kir ku yekîtiya helwesta Kurdan pêwîstiyeke neteweyî ya lezgîn e û gaveke bingehîn e li ser rêya bidestxistina hevpariya rasteqîn a di avakirina paşeroja Sûriyeya demokratîk û pirçand de.
Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina konferanseke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse