Faruk Korkmaz: Krîza aborî û pirsgirêka edaletê rê li ber mafyayan vekir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Faruk Korkmaz bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Faruk Korkmaz bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mafya Amed Çete Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Birêvebiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Faruk Korkmaz li ser gefên çete û mafyayan ên li hemberî dikandaran agahî dan.

Endamê Birêvebiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Faruk Korkmaz bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser gefên mafyayan ên li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê bersivandin.

Faruk Korkmaz diyar kir ku ev pirsgirêk ne nû ye lê van demên dawî gelekî zêde bûye.

Korkmaz li ser sedemên zêdebûna van bûyeran got:

"Bi rastî berê jî bûyerên bi vî rengî çêdibûn lê ne bi vî awayî bûn, ne bi vê mezinahiyê bûn bi rastî."

Wî bal kişand ser krîza pergalê û qala têkçûna edaletê kir û wiha li pey çû:

"Piştî salên 2014-2015an, şert û mercên ku em dibêjin bi her awayî, li her herêmî ew têkçûna demokrasiyê, têkçûna edaletê û hwd. van bi xwe re sedemek ji bo van karan anî."

Korkmaz her wiha krîza aborî wekî sedemeke din a van karan nîşan da û anî ziman:

"A din jî aboriya Tirkiyeyê di şertên ku em dibêjin xirab re derbas dibe, ew jî sedemek din e ji bo van karan."

Mafya çi dixwaze?

Faruk Korkmaz eşkere kir ku ew komên çekdar piranî ji bo pereyan dikandaran dikin armanc û got:

"Bi rastî piranî pereyan dixwazin an jî dixwazin wan ji cihên wan derxînin bi vî awayî."

Wî destnîşan kir ku ev rewş li bajarên wekî Stenbol û Îzmîrê zêdetir e lê niha li Amedê jî gihîştiye asta ku xelkê aciz bike.

Korkmaz diyar kir ku saziyên karsazan, saziyên hiqûqî û hêzên ewlehiyê li ser vê mijarê di nav dan û standinê de ne da ku pirsgirêk zû were çareserkirin.

Bikaranîna navê dîn

Korkmaz li ser pirsa bikaranîna navê dîn a ji aliyê van koman ve ev agahî dan:

"Hinek bi rengê ku em dibêjin dînî derdikevin, hinek bi rengê din derdikevin holê.

Em jî niha li ser wan hişyar dibin."

Îdiaya serdana Efrînê

Di rojên borî de hinek nûçe belav bûbûn ku şandeyeke Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê çûye Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Faruk Korkmaz ev îdia bi temamî red kirin û got:

"Na bi rastî, tiştekî wisa nîne.

Dibe ku hinek navê me bi kar bînin lê biryareke me nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst