Rûdaw çû gundê ku Gulistan Doku lê hatiye veşartin: Cenaze li kû ye?

1 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Gulistan Doku Dêrsim Qoçpixar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapora li ser xebatên kolandinê yên li gundê Qocpixarê yê navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de, ket dosyeya lêpirsînê.

Welatiyên gund bi gotinên tund bertek nîşanî bûyerê da.

Gundê Qocpixarê 28 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Dêrsimê û 25 kîlometreyan jî dûrî navçeya Pêrtagê ye.

“Bila bi awayê herî giran bên cezakirin”

Welatiyê bi navê Yaşar Dere got, “Çawa qesda canê wê kirin, çawa cesaret kirin? Ez nizanim dê kî me biparêze.

Eger parêzgar me neparêze, asayîş me neparêze, dewlet me neparêze, dê kî me biparêze?”

Heval Bawer Oncel jî diyar kir, “Ez û gundiyên din em ji ber vê mijarê gelekî xemgîn in.

Bikaranîna gundê me bi vî awayî me ji kûr ve diêşîne.

Ez difikirim ku divê li pişt vê yekê hêzeke mezin hebe.

Heke cihê wê hatibe guhertin û hatibe veşartin, bêguman dê derkeve holê.

Divê bê pirsîn bê ka gelo li ber ew qas polîsan li derketina Dêrsimê ev çawa çêbû.”

Heval Baver Oncel her wiha got, "Divê kesên ku ev kirine bi awayê herî giran bên cezakirin.

Heke kesek bi vê bûyerê bizanibe û eşkere neke, ew jî berpirsiyar e."

“Min gora wê dît, ji xeynî girî tiştek ji destê min nayê”

Yaşar Dere hestên xwe wiha anî zimên:

“Min gora wê dît, ji xeynî girî tiştek ji destê min nayê. Her ku ez ji wir derbas dibim, tê bîra min. Zehmet e ku mirov li ber vê êşê bisekine.

Eger bi awayekî normal bimira, mirov dê qebûl bikira, lê li vir tiştên gelekî giran hene. Bila dewlet bibîne, em dê çi bikin?”

Rapor: Valehiyeke dişibe gorê

Rapora amûra dîtina bin erdê ku sala 2025an hatibû amadekirin, wekî bipêşketineke krîtîk derketibû holê.

Li gorî agahiyên ku Nîsana 2026an hatin parvekirin, di encama lêkolînên ku li gundê Qocpixarê bi amûra dîtina bin erdê hatibûn kirin de, valahiyeke bi qasî 1,70 metreyî dirêj û mîna gorê hatibû dîtin.

Di rapora fermî ya ku ji aliyê operatorê amûra dîtina bin erdê ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku li herêmê valahiyeke bi qasî 1,70 metre dirêj û wekî gorê hatiye tespîtkirin.

Xala herî balkêş a raporê rêjeya oksîdasyona di wê valahiyê de bû.

"Cenaze hatiye veşartin û paşê hatiye derxistin"

Di raporê de ev tişt hatin gotin:

“Dema ku ez wekî Operatorê Amûra Dîtina Binê Erdê dixebitîm, 12ê Kanûna Paşîn a 2025an derdora saet 12:00an li ser fermana Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê, agahî dan min ku li kêleka goristana li ber ketina gundê Qocpixarê yê navçeya Pêrtagê cenazeyek veşartî heye û ji min re hat gotin ku li herêma diyarkirî bi Amûra Dîtina Bin Erdê lêgerînê bikim.

Min 2 saetan li wê herêmê bi wê amûrê lêgerîn kir û min tespît kir ku valahiyek heye û ew valahî bi qasî 1,60-1,70 metre dirêj, 70-80 santîmetre fireh û 80 santîmetre kûr e û dişibe gorê.

Ez wisa dinirxînim ku kesek di wê valahiyê de hatiye veşartin û piştî demekê hatiye derxistin û ev dem jî di navbera salekê û 2 salan de ye.

Dibe ku li gel cenazeyê çenteyekî piştê û çekek jî hatibe veşartin û oksîdasyona di valahiyê de ji ber vê yekê çêbûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst