Çete û mafya bûne belaya serê dikandaran: Li Amedê çi rû dide?

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Çete û mafya bûne belaya serê dikandaran / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Çete û mafya bûne belaya serê dikandaran / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Mafya Amed Dikandar Êriş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di nava mehekê de gule li 30 xwaringeh, zêringer, kafe û qehwexane hatine reşandin.

Mafya û çete bûne belaya serê dikandar û karsazan.

Li gorî amaran li Amedê herî kêm 5 mafyayên cuda hene ku ji karsazan bac û xeracê dixwazin.

Dema karsaz vê daxwazê red dikin, bi kirêgirtiyên xwe êrişî kargehan dikin.

Yek ji wan karsazên ku gule li kafeya wî hatine reşandin Ciwanroj Ceyhan e.

Jê milyonek dolar pere xwestine û ji ber ku daxwaza wan pêk nehatiye, kafeya wî dane ber guleyan.

Niha polîs 24 demjimêran li ber cihê wî yê kar nobedê digirin.

Xwediyê kargeha ku gule lê hatine reşandin Ciwanroj Ceyhan got:

"Em ne bi tenê ne, em ên dawiyê ne.

Piştî me jî gule li çend cihan reşandin, mirov birîndar kirin.

Kes newêre, esnaf newêre biçe dikanên xwe veke?

Em dibihîzin ku gelek esnafan dev ji dikanên xwe berdane û çûne. Wan welat terk kiriye."

Yekîtiya Jûrên Dikandaran a Amedê (DESOB) van êrişên li hemberî endamên xwe ji nêzîk ve dişopîne.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi Parêzgarê Amedê û birêvebirên asayîşê re hevdîtin kirine.

Serokê DESOBê Alîcan Ebedînoglu diyar kir ku ev karê çeteyan e û anî ziman:

"Ev organîze ye û çete ye. Pêwendiya me hem bi Parêzgarê Amedê re, hem bi birêvebirê ewlehiyê re û hem jî bi saziyên me yên din re heye.

Eger gefek, eger zextek, eger perexwestinek çêbû divê bibêjin. Divê vê bînin ziman.

Eger neyînin ziman û vê veşêrin, ev dê mezintir bibe.

Ji ber vê yekê divê em hemû hişyar bin.

Li kû derê be jî ev mafyatî û çetetî li cihekî wekî Amedê nayê qebûlkirin."

Bajarê Amedê ku bi bipêşketinên siyasî derdiket pêş, ev demeke navê wê bi gulebarankirina dikanan tê bihîstin.

Ev yek hem di nava dikandaran de û hem jî di nava xelkê de bûye sedema nerazîbûneke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst