Li Colemêrgê Festîvala Guldexwîn tê sazkirin

22-05-2019
RÛDAW
Nîşan Colemêrge Festîval Guldexwîn Rivas 3yemîn Festîvala Guldexwîn û Rivasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Colemêrga Bakurê Kurdistanê 3yemîn Festîvala Guldexwîn û Rivasê tê sazkirin.

 

Rêveberiya Çand û Geşyariyê ya Bajêr ragihand ku îro Çarşemê (22.05.5019) di saet 20.00an de 3yemîn Festîvala Guldexwîn û Rivasê tê lidarxistin.

 

Li gor daxuyaniyê di festîvalê de govend wê bê girêdan, konser çêbibin, pêşbirka xwarin û xurekên navdar ên Colemêrgê, pêşbirka guldexwîna herî rind, pêşbirka rivavê herî baş, pêşbirka wêneyên guldexwîn û rivasan bên çêkirin.

 

Di daxuyaniyê de hatin gotin: "Colemêrg ji aliyê dîrok û çandê ve bajarekî geştyarî ye. Di salên dawiyê de bûye bajarekî festîvalan. Bi piştgiriya waliyê me Îdrîs Akbiyik me Festîvala Berfê ya 3yemîn li dar xist. Niha jî 3yemîn Festîvala Guldexwîn û Rivasê saz dikin. Ji heft salî bigre heta heftê salî hemû welatiyên me bila bên festîvalê ku çand û huner bi hev re ye." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst