Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Herînkê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê hinek kesan zerer da guldexwînên endemîk ên ku her sal mehên nîsan û gulanê vedibin.
Gundê Herînkê ku bi qasî 20 kîlometreyan dûrî Geverê ye, mehên biharê ji bo hezkerên xwezayê û wênekêşan dibe navendeke geştyariyê.
Lê belê, geştyarên ku îsal çûne li hemberî dîmenên ku dîtine dilşikestî bûn.
Hat dîtin ku gelek guldexwîn hatine qutkirin û hin dever hatine wêrankirin.
"Ma dibe mirov zererê bide cihên wiha xweşik?"
Ji şêniyên navçeyê Ahmet Yîgît nerazîbûna xwe ji ber wê rewşê nîşan da û wiha got:
"Em hatin vir da ku bimeşin. Heyf, ev sembola xweşikiya Geverê ne.
Wan ev wiha qut kirine, xera kirine. Hûn nikarin bi pereyan jî xwe bigihîjin cihên wiha.
Ma dibe mirov zererê bide cihên wiha xweşik? Bila mirov li vir wêneyan bigirin û ew der bêne dîtin.
Divê dewlet û sazî vir biparêzin. Divê qadên seyranê bên çêkirin.
Cihê ku çiya, kevir, kulîlk, av ew qasî xweşik be, nîmeteke bêhempa ye."
Cezayê qutkirin û zererdayînê heye
Guldexwîn ku di nav kulîlkên herî kêmpeyda ên cîhanê de cih digirin, wekî cureyekî kulîlkê ku nesla wê di xeterê de ye, tên parastin.
Kesên ku guldexwînan diqurînin an jî zererê didin wan bi tohmeta "xirakirina curbicuriya biyolojîk" bi 244 hezar û 315 lîreyên Tirkî tên cezakirin.
Banga parastinê
Şêniyên herêmê û hezkerên xwezayê bangî rayedaran kir ku divê guldexwîn ên ku sembola Geverê ne, bên parastin.
Xelkê xwest ku ji bo ku ew xweşikahiya xwezayî bigihîje nifşên paşerojê, xebatên kontrolkirin û hişyarkirinê yên berfirehtir bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse