Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bijîşkî ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, derbarê şerê çekdarî li Girê Sor (Sêwreg) a ser bi Rihayê de ku 3 kes hatibûn kûştin daxuyaniyek da û got "Em qebûl nakin ku mirov li bajarê me ewqas bi hêsanî bimirin."
Li parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê îro di navbera 2 malbatên ku dijminayetî hebû şerê çekdarî derket û 3 kes hatin kûştin û 5 kes jî birîndar bûn. Derbarê bûyerê Odeya Bijîjkî ya Rihayê daxuyaniyeke nivîska da û dibêje “Yek ji sedema sereke ya tûndiya ku roj bi roj zêde dibe, biçekbûna ferdî ye.”
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Weke civak, em êşên encama biçekbûna ferdî dijîn. Mixabin her ku biçekbûn zêde dibe, bikaranîna çekan jî zêde dibe. Ligel em hewl didin ku di şerê dijî Covid-19 de rê nedin yek kes canê xwe ji dest bide, em qebûl nakin ku mirov li bajarê me wisa bi asanî bimirin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku dijî biçekbûna ferdî berpirsiyartiya xwe bicîh bînin."
Îro li navçeya Girê Sor (Sêwreg) ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên ku dijminantiya wan hebû de şer çêbû û di encamê de 6 kes birînda û 3 kesan jî canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyan li taxa Taşli ku ser bi Sêwregê ye di navbera du malbatên pirsgirêk hebûye de pevçûn çêbû û piştre bi çekan êrîşî hev kirine.
Di encama êrîşê de 9 kes birîndar bûn. Piştî veguhestina birîndaran bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê 3 kesên bi navê Ferman B, Mahmut B û Ramazan D. canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse