RIHA - Dayikekê bi demançeyê du keçên xwe kuştin û paşê jî xwe kuşt

27-01-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Dayîk Keç Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê dayika ku bi demançeyê du keçên xwe kuştin, xwe jî kuşt.

Li navçeya Karakopruyê, S.Yya (38) ku li daîreya qata 7an dijî,  ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn, gule berda keçên xwe A.Y. (14) û N.Y. (8).

S.Yyê paşê bi heman demançeyê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkinê şêniyên avahiyê ambulans û polîs çûn cihê bûyerê.

Wan tesbît kir ku dayik û zarokên wê mirine.

Cenaze piştî kar û barên li cihê bûyerê, ji otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Parêzgariya Rihayê ragihand ku derbarê bûyerê lêpirsîna edlî dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst