Navenda Nûçeyan - Li Şam a paytexta Sûriyê hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Sûriyê li taxên kurdan dest bi girtina xortên kurd kirine
Çavkaniyeke taybet ji Şamê ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlekariyê yên Sûriyê li her du taxên kurdî, Rukniddîn û Zorava yên li Şam a paytexta wî welatî, dest bi operasyonekê ji bo girtina xortan kirine.
Wê çavkaniyê diyar kir, ku heya niha 11 xortên Kurd ku xwendevan in, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ve hatin girtin û ji bo leşkeriya bi zorê ya hikûmetê hatine şandin.
Heman çavkaniyê tekez kir, ku di wê operasyonê de tenê xortên kurdan tên girtin, û heya niha xortên ereb nehatine girtin.
Pêkanîna wê operasyonên û girtina xortên Kurd li Şamê ji aliyê Hikûmeta Sûriyê di demekê de ye, ku rewş di navbera hêzên hikûmetê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayişa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê aloz bûye û ew çend roj in di navbera wan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse