Li Şamê 4 Kurd hatin girtin

01-07-2025
RÛDAW
Nîşan Şam Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, Şamê, hêzên ewlehiyê yên hikûmetê çar welatiyên Kurd girtin û heta niha sedema girtina wan nehatiya zanîn.

Malbatên wan girtiyê Kurd di nava fikareke mezin de ne û ji jiyana wan bi fikar in.

Li gorî zaniyariyên ku Rûdawê ji malbatan wergirtine, ji 26ê meha borî ve her çar welatiyên Kurd ên bi navê Ebdulezîz Hec Elî, Remedan Silêman, Diyar Omer û Ehmed Ferhan li Şamê ji aliyê şaxeke ewlehiyê ya hikûmetê ve hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Ebdulezîz Hec Elî, Remedan Silêman û Diyar Omer ku karsaz û pîşekar in, ji bo beşdarbûna Pêşangeha Navnaeteweyî ya Şamê çûbûn paytextê kiribûn.

Ew di dema serdana xwe de li mala hevalê xwe Ehmed Ferhan bi mêvanî diman.

Memo Silêman birayê Remedan Silêmanê girtî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser girtina birayê xwe û havalên wî pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Memo Silêman da zanîn dema ku birayê wî û hevalên xwe diçin taxa Şeelanê ya Şamê li wê derê tên girtin.

Memo ragihand ku ew nizanin birayê wî û hevalên wî ji ber çi hatine girtin û wiha got:

"Em çi qas diçin girtîgehê jî, nas û dost diçin jî berpirsan re diştexilin jî, soz didin ji me re dibêjin aniha sibe lê nayên berdan.

Tiştê ku me ji wan fêm kir, dibêjen `Ev Kurd in û li vî bajarî çi dikin? Çima ji Qamişloyê hatine û ji bo çi?

Me ji wan re got ku şiketa wan heye û ji bo pêşangehê hatine Şamê."

Malbat û hevalên wan bi hêvî li benda agahiyeke baş in û bang dikin ku yên girtî bên berdan.

Ev bûyer ne cara yekem e ku welatiyên Kurd li deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî nezelal tên girtin.

Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî raporan "li ser girtinên kêfî, windakirina bi zorê û şkenceyê di girtîgehên Sûriyeyê de" belav dikin.

Çalakvan dibêjin ku "hikûmet bi van kiryaran hewl dide ku tirsê di nava civakê de belav bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst