Fazil Mîranî: Em Berhem Salih qebûl nakin

22-09-2018
RÛDAW
Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî
Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî
Nîşan Fazil Mîranî Berhem Salih PDK Serokomariya Iraqê Berbijêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî eşkere kir ku partiya wî berbijêrkirina Berhem Salih ji bo postê Serokomariya Iraqê qebûl nake û got: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin.”

 

Fazil Mîranî li Pîrmamê beşdarî bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bû û di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser rizamendiya PDKê ya li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand ku dê berbijêrê PDKê hebe û got: “Eger me Kak Berhem qebûl bikira, dê berbijêrê me tinebûya.”

 

Mîranî herwiha diyar kir: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin, piştre hevalên me dê li ser berbijêr gotûbêjê bikin û dûvre jî dê li komîsyona Bexdayê were diyarkirin.”

 

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê ya derbarê wê yekê de tê gotin hinek Şîe û Sunî li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih rijd in, Serkreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: “Parlemento ye û hilbijartin e, mirov azad e ku deng bide kê.”

 

Fazil Mîranî eşkere kir ku PDKê hêj navê berbijêr yekalî nekiriye û got: “Gelek nav hene, lê hêj yekalî nebûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst