PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

26-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan. Di hevdîtinê de dê pirsgirêkên navbera partiyan, bûdce û hilbijartinên parlamentoyê bên gotûbêjkirin.

Di demekê de ku di navbera PDK û YNKê de derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û danûstandinên bûdceyê ya li Bexdayê de nakokî derketin, serkirdeyên payebilind ên her du partiyan li Hewlêra paytext hatin cem hev.

Di şanda YNKê ya bi serokatiya Bafl Talebanî de cîgirê serokwezîr Kubad Talebanî, Cafer Şêx Mistefa, Derbaz Kosret Resûl û Şalaw Elî Eskerî cih girtin. Li aliyê din di di şanda PDKê de jî Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Sedat Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Berdevkê Partiyê Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda û Zagros Fettah cih girtin.

Di civînê de biryar e encamên pesendkirina bûdceya Iraqê, rewşa Silêmaniyê, hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Diyala û Nînowa û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Endamê Desteya Rêveberiya ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di axaftineke xwe de ji Rûdawê re ragihand, daxwaza civînê ji aliyê wan ve hatiye.

Di vê pêvajoyê de YNKê jî li Silêmaniyê bi Tevgera Goran, Yekgirtû û Komel re di asta bilind de hevdîtin pêk anîn.

Di navbera partiyên Kurd de li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nakokî heye. Mijarên sereke yên nakokiyan qanûna hilbijartinê û dema komîsyona hilbijartinê ne.

Partiyên wek PDK û Partiya Sosyalîst û Partiya Komunîst tekez dikin ku hilbijartin li gorî sîstema yek navçeyan ku Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di nav xwe de dihewîne were lidarxistin. Lê YNK, Goran, Yekgirtû û Tevgera Nifşê Nû daxwaza rakirina sîstema yek navçeyan û pesendkirina sîstema çend navçeyan dikin, ku di qanûna federalî ya hilbijartinan de cih girtiye û di hilbijartinên Cotmeha 2021ê de li Iraqê hatiye sepandin.

Parlamentoya Kurdistanê ku di sala 1992yan de hatiye damezrandin ji 111 endaman pêk tê û 11 kursî ji bo pêkhateyan hatine veqetandin. Ji van kursiyan 5 ji Tirkmenan, 5 ji Asûrî, Suryanî û Keldaniyan û 1 jî ji Ermeniyan re ne.

YNK û hevalbendên wê dixwazin 11 kursiyên ku ji bo kêmîneyan hatine veqetandin li van herêman bên dabeşkirin. Lê tevî PDKê, pêkhateyên Tirkmen û Xiristiyan jî li dijî vê pêşniyarê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst