Li Amedê agir bi daristanê ket

22-09-2025
Nîşan Amed Şewat Farqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanê ket û xebatên vemirandina agir ji bejahî û asmanan ve berdewam dikin.

Li gorî agahiyan, li gundê Sehtê yê Farqînê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Saziya Birêvebiriya Daristanan, AFAD û şaredariyên Farqîn, Pasûr û Hezroyê çûn cihê şewatê.

Ji bejahiyê ve 43 otomobîl ji asman ve jî 2 helîkopter beşdarî xebatên vemirandina agir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst