Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Îsraîlê, Herêma Kurdistanê yek ji wan navçeyan e ku herî zêde ji ber êrişên dronan zerera canî û madî dîtiye.
Di demekê de ku dron bûne astengiyeke mezin a leşkerî, pispor û şarezayan daxwaz kir ku ji bo çêkirina pergalên dijî-dronê berê xwe bidin zanist û zanîngehan.
Bernameya vê carê ya "Li gel Renc" a Tora Medyayî ya Rûdawê, bal kişand ser metirsiyên dronan ên li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê.
Di bernameyê de awayê parastina welatiyan ji van êrişan hat nîqaşkirin.
Di heman demê de, amarên metirsîdar ên li ser rewşa navçeyên niştecihbûnê û astengiyên siyasî yên li pêşiya bidestxistina teknolojiya parastinê hatin eşkerekirin.
"Ne tenê Kurdistan, welatên zilhêz jî bi destê dronan dinalin"
Şarezayê leşkerî û mêhvanê bernameyê Arêz Enwer Beg got ku dron bûne "girêkek" û cîhan xistiye nava şokê.
Arêz Enwer Beg wiha axivî, "Ne tenê em, zilhêzên wekî Amerîka, Rûsya, Îsraîl û Îranê jî bi destê dronan dinalin.
Ev yek zehmetiyeke nû ye ku berê mirovahiyê hesab jê re nekiribû."
Wî şarezayî qala rewşa taybet a Herêma Kurdistanê kir û got,"Rewşa me ji ya hemûyan xirabtir e, çimkî em di nava cergê şer de ne û em nikarin li gorî dilê xwe hevpeymaniyan girêdin.
Eger em li gel Îranê bin Amerîka dilgiran dibe û berovajî wê jî wisa ye. Îraq jî ji aliyê parastina asmanî ve sifir e û serweriya wê nîne."
Arêz Enwer Beg rexne li desthilatê girt û got, "Li şûna ku em otomobîlên giranbiha bikirin, divabû me bi salan li ser parastina asmanî kar bikira."
"Dron bi betaniyan nayên çareserkirin"
Di stûdyoya Rûdawê de, qurbaniyên taxa "Karêzan" û navçeyên din çîrokên xwe yên trajîk vegotin.
Zarokekî ku ji ber êrişa dronekê birîndar bibû got, "Dron li ser banê me ket, şûşeyên mala me hûr û xîz kirin, ez gelekî tirsiyam û destê min birîndar bû."
Dayîka wî zarokî jî bal kişand ser têkçûna jiyana wan û got:
"Zarokên me ji tirsan nikarin dersên xwe bixwînin, banê mala me bi temamî rûxiya ye û ti kesî em qerebû nekirine."
Jineke din a bi navê Sewîleyê jî diyar kir ku ji ber tirs û xofê ew tûşî nexweşiyên derûnî û hestyariyê bûye.
Zilamekî navsere ku yek ji mexdûran bû, bi mantiqeke sade lê tijî wate got:
"Dema dron hat, min ji malbata xwe re got betaniyan bi ser xwe de bidin da ku şûşe li we nekevin. Lê dron bi betaniyan çareser nabin, pêwîstiya me bi pergala dijî-mûşekan heye."
Li gorî gotina niştecihên taxa Karêzanê, tenê di mehekê de nêzîkî 6 dron li wir ketine xwarê û zerer gihandiye 250 malan.
Ew daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku qerebûya wan bike.
“Bikaranîna sivîl a dronan sê qatî ya leşkerî ye"
Serokê Beşa Endezyariya Balafirvaniyê yê Zanîngeha Selahedînê Dr. Ayîd Egab diyar kir ku ew dikarin bi lêçûneke kêm rûbirûyî dronên herî giranbiha bibin.
Dr. Ayîd Egab got, "Ne şert e tu bi awayekî fîzîkî li dronê bixî, tenê bi qutkirina pêwendiya di navbera dronê û binkeyê de, dron bêkêr dibe.
Zanist heye û divê navendeke taybet ji bo pisporên elektronîk û balafirvaniyê were avakirin."
Pisporê dronan Dr. Rojgar Qerenî li ser vê mijarê mînaka Ukraynayê anî ziman bê çawa du endezyarên nenas pergaleke dijî-dron bi pêş xistin.
Qerenî daxuyand ku nabe takekesê Kurd tenê wekî "tirs" li dronan binêre, çimkî bikaranîna wê ya sivîl sê qatî ya leşkerî ye.
"Rêkxistina pêşbaziyê di navbera ciwanan de"
Ciwanekî derçûyê beşa balafirvaniyê di bernameyê de geşbîniya xwe nîşan da û got, "Em dikarin taxekê biparêzin, gelekî asan e lê piştgiriya me nîne. Ew mijarên ku em li zanîngehê dixwînin ji bo çêkirina pergaleke dijî-dronê têr dikin."
Lêkolerê ewlehiya sîber Salih Rehman jî qal kir ku divê hikûmet piştgiriyeke mezin bide Wezareta Xwendina Bilind.
Li gorî wî niha li Îraqê çend zanîngeh û şirket di warê ewlehiya sîber de kar dikin û dikarin sûdê ji wan werbigirin.
Mamosteyê zanîngehê Dr. Dilaver Osman jî her wiha daxwaz ji Wezîrê Xwendina Bilind kir ku "pêşbaziyeke zanistî" ji bo ciwanan di vî warî de saz bike û beşên zanistî bi vê teknolojiyê taybetmend bibin.
Dîroka Kurdan a çêkirina çekan: Eger doh karîbin, çima îro nekarin?
Hosteyê Çêkirina Çekan Bextyar Sedredîn, dîrokeke tijî serbilindî ya Kurdan di warê çêkirina çekan de bi bîr xist.
Bextyar Sedredîn got, "Sala 1813an, Wasta Receb li Mîrnişîniya Soranê top û tifingên wisa çêkirine ku hevrikiya çekên Îngilîzan dikir."
Ev mînaka dîrokî wekî belgeyekê hat bikaranîn ku Kurd xwedî jêhatîbûnê ne û tenê pêwîstiya wan bi rêkxistinê heye.
Astengiyên siyasî û rola Bexdayê
Efserekî xanenişîn ê leşkerî Lîwa Qareman Kemal diyar kir ku astengiyên siyasî hene û Îraq dibe kelem.
Lîwa Qareman Kemal di berdewamiyê got, "Sala 2020an me daxwaza dronên çavdêriyê ji Amerîkayê kir, lê Îraqê rê neda.
Herêma Kurdistanê nikare ti peymaneke leşkerî bêyî razîbûna Bexdayê îmze bike."
Lîwa Qareman Kemal wiha pê de çû, "Eger hikûmet budceyê terxan bike, şarezayên navxweyî dikarin dron û pergalên parastinê çêbikin û me biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse