Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanî hirçekî boz ji bo peydakirina xwarinê daket heta navenda bajêr.
Welatiyê bi navê Fuat Sezer ew kêlî bi kameraya telefona xwe tomer kirin.
Fuat Sezerê ku li ser rêya Dêrsimê diçû, li Taxa Kanogluyê rastî hirçekî boz hat ku li ser rê dimeşiya.
Hirçê ku demekê li ser rê meşiya, pişt re berê xwe da daristanê û ji ber çavan winda bû.
"Ji ber komkirina kûçikan hirç tên bajêr"
Fuat Sezer anî ziman ku ji ber komkirina kûçikên kolanan, berazên kovî û hirç dadikevin heta navenda bajêr û got ku ev yek ji bo mirovan metirsiyên cidî çêdike.
#VÎDEO - Li Dêrsimê hirç daket nav bajêr
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 22, 2025
🧸 Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hirçek daketiye nav bajêr û li ser rê baz dide pic.twitter.com/EYyCC9EmR2
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse