Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, malbateke hirçan a ku ji xewa zivistanê hişyar bûye di nav berfê de dilîze û kaşûnê dike.
Bi nêzîkbûna biharê re xweza şîn dibe û tevgera ajalên kovî zêde dibe.
Li navçeya Pilemûriyê jî dîmenên malbateke hirçan a ku ji xewa zivistanê hişyar bûye bi dronê hatin girtin.
Rojnameger Îsmaîl Yolerî dîmenên hirçê û her du kudikên wê yên li çiyayên Pilemûriyê girtin.
Di dîmenan de xuya dibe ku hirça dayîk û her du kudikên wê yên ku ji xewa zivistanê hişyar bûne, di nav berfê de dilîzin û kaşûnê dikin.
#VÎDEO - Hirç ji xewa zivistanê şiyar bûne û ji xwe re dilîzin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 31, 2026
🧸 Ev der Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, hirç û kudikên xwe li ser berfê dilîzin
📹Îsmaîl Yolerî pic.twitter.com/HeC0Jwy1XQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse