Sê deverên Başûrê Kurdistanê ji bo 'Gundê Geştyariyê yê Herî Baş' ê cîhanê namzed in

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gundê Geştyariyê yê Herî Baş Geştyarî Biyare Hirûr Rewandiz Başûrê Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê deverên Başûrê Kurdistanê ji bo "Gundê Geştyariyê yê Herî Baş" ê cîhanê tên namzedkirin.

Tê çaverêkirin ku sala bê Rêxistina Geştyariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê mijarê biryarê bide.

7 dever tên namzedkirin

Birêvebirê Giştî û Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Îraqê Elî Yasîn li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Elî Yasîn da zanîn ku ew 7 deverên Îraq û Herêma Kurdistanê namzed dikin û ew dê navên wan radestî Rêxistina Geştyariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.

Yasîn got, "Ev dever dê di çarçoveya destpêşxeriya 'Gundê Geştyariyê yê Herî Baş ê Cîhanê' de bikevin hevrikiyê û 3 ji wan gundan li Herêma Kurdistanê ne."

Elî Yasîn ragihand ku ew sê deverêb Herêma Kurdistanê ev in:

Devera Biyareyê ya parêzgeha Helebceyê

Devera Hirûrê ya parêzgeha Dihokê

Devera Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê

Elî Yasîn tekez kir ku ev gav dê bandoreke erênî li vejandina sektroa geştyariyê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Dê destpêka 2027an were diyarkirin

"Gundê Geştyariyê yê Herî Baş" ê cîhanê dê destpêka sala 2027an ji aliyê hejmarek pisporên geştyariyê ve were diyarkirin.

Elî Yasîn diyar kir ku ew niha bi hevahengiya Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê re mijûlî amadekirina dosyeya wan gundan in.

Di nav du hefteyên pêşiya me de dê dosyeyên wan ji aliyê komîteyeke teknîkî ve werin amadekirin û ew dê radestî Neteweyên Yekbûyî bikin.

Neteweyên Yekbûyî dê di navbera deverên namzed ên 160 welatî de gundekî hilbijêre.

Deverên din ên Îraqê yên ku navên wan tên pêşkêşkirin jî ev in: Gundê Mêrgiyê yê Nînowayê, Eyn Temir ê Kerbelayê, Ebû Sûbat ê Zîqarê û gundekî bajarê Kûtê yê parêzgeha Wasitê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst