Foruma Azadî û Aştiya Civakî dest pê kir: 'Rêya aştiyê ji Amedê derbas dibe'

1 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Foruma Azadî û Aştiya Civakî Amed Kurd Qeyûm Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê "Foruma Azadî û Aştiya Civakî" bi beşdariya serkirde û berpirsên çar aliyên Kurdistanê û nûnerên saziyên navneteweyî dest pê kir.

Di roja yekem a forumê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê divê statuya Abdullah Ocalan were diyarkirin û pergala qeyûman bi dawî bibe.

Her wiha hat xwestin ku hişmendiya bi salan a tunehesibandina Kurdan cihê xwe ji hiqûq û demokrasiyê re bihêle.

Îro bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Foruma Azadî û Aştiya Civakî" dest pê kir.

Foruma ku dê 5 rojan bidome, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û akademîsyenan tê lidarxistin.

Ev forum di serdemeke wiha de tê lidarxistin ku Rojhilata Navîn di nava agirê şer de ye.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê zêdetirî 18 meh in didomin.

Di roja yekem a merasîma vekirina forumê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Endamê Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û hejmareke zêde ya nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl amade bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.

“Vekişandina qeyûman beşeke jêneveger a pêvajoyê ye”

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di gotara xwe de bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku wekî şaredarî ew girîngiyeke mezin didin aştiya civakî.

Bucakê bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û got:

“Têkoşîna gelê me ya ku bi salan e didome û berxwedan û sebra wan a mezin avakirina aştiyê aniye ber deriyê me.

Zehmetî çi qas hebin jî em bawer dikin ku em dê van zehmetiyan ji holê rakin.

Em soz didin ku ji bo serkeftina aştiyê û jiyaneke bi rûmet çi ji destê me were em dê bikin.”

Bucakê her wiha peyamek li ser qeyûman jî da.

Wê diyar kir ku ew daxwaza bipaşvekişandina demildest a qeyûman dikin û vê yekê wekî beşeke jêneveger a pêvajoya aştiyê dibînin.

“Aştî ji bo jinan ji nan û avê girîngtir e”

Dayîka Aştiyê Havva Kiranê jî li ser navê Dayîkên Aştiyê gotarek pêşkêş kir.

Kiranê diyar kir ku dayîk qurbaniyên herî mezin ên şer didin û got:

“Êşên herî giran dayîk dikişînin, lewra ew dikarin bibin bersiva aştiyê û rê li ber rijandina xwînê bigirin.”

Dayîka Aştiyê her wiha bal kişand ser hewldanên wan ên bi salan û wiha axivî:

“Me ji bo rawestandina şer çarikên xwe yên spî avêtin navberê û em derî bi derî geriyan lê hîn jî kesî bersiveke rasteqîn neda me.

Şer û aştî bi hev re nabin. Birêz Ocalan çi gotibe tevgerê bi cih anî: Çek danîn û şewitandin.

Diviyabû ew kesên ku çek danîne niha bihatana û siyaset bikirana lê hîn jî ti gav nehatine avêtin.

Heta ku Serok (Ocalan) azad nebe em dê di vî halî de bin. Em welatekî azad, nasname û zimanê xwe dixwazin.

Aştî ji bo me ji nan û avê jî girîngtir e. Bila soza me bibe serkeftina me. Bijî aştiya rûmetdar.”

“Herêma Kurdistanê dê her tim piştgira aştiyê be”

Parêzgarê Dihokê Elî Teter jî peyama piştgiriyê ya Herêma Kurdistanê gihand forumê.

Teter bi bîr xist ku 52 sal di ser şehîdkirina Leyla Qasimê re derbas bûne û qedera Kurdan her tim şehadet û bombebarankirin bûye.

Teter diyar kir, “Pêwîst e ku li ser vê axê aştî û diyalog were avakirin. Em wekî Herêma Kurdistanê dê her tim parastvanê aştiyê û civakê bin.”

Parêzgarê Dihokê her wiha got, “Pêwîst e ku em di warên siyasî û çandî de tehmula hev û din bikin.

Em miletê ku hezar sal in bi hev re ne, divê em biryara xwe ya ji bo aştiyê bigihînin serkeftinê.”

Piştî Elî Teter, peyama vîdeoyî ya Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê jî hat nîşandan û piştgiriya wê ya ji bo forumê hat ragihandin.

“Divê statuya Ocalan were diyarkirin”

Endamê Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş jî axivî û bal kişand ser sedemên dîrokî yên Pirsgirêka Kurdan.

Aktaş diyar kir ku dewletên li herêmê di 100 salên borî de li şûna naskirina Kurdan, polîtîkayên tepeserkirin û qirkirinê meşandine û got:

“Ev polîtîka bûne sedema ferzkirina înkar û cudakariyê. Îro ji bo çareseriyê pêwîstî bi guherîneke zihniyetê heye.

Divê înkar were bidawîanîn û li ser bingeha hiqûq û azadiyê jiyaneke hevbeş were avakirin.”

Aktaş her wiha bal kişand ser rewşa Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û rola wî ya di pêvajoyê de û got:

“Ji bo ku aqil li şûna zorê serdest be, divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin.

Di demekê de ku aliyek xwedî hemû derfetan e û aliyê din hîn jî di bin tecrîdê de ye, dan û standin nabe çareserî, dibe diyaloga ‘bihêz û bêhêz’.

Ev hevsengî zererê dide aştiyê. Em hêvî dikin ku statuya birêz Ocalan, wekî ku birêz Devlet Bahçelî jî diyar kiribû, bê çareserkirin.”

“Divê aştî ji Parlamentoyê ber bi civakê ve were avakirin”

Dr. Ozgur Sevgî Gorala ku bi rêya onlineyê beşdarî forumê bû diyar kir ku nabe aştî tenê bi korîdorên Parlamentoyê sînordar bimîne.

Goralê axaftina xwe wiha domand:

“Eger em behsa avakirina aştiyê dikin, divê em perspektîfekê pêş bixin ku bi hemû beşên civakê re diaxive û rûbirûbûna bi rabirdûyê re armanc dike.

Ev pêvajoyek e ku dê hemû bêedaletî û hiyerarşiyê ji holê rake.

Divê em rûyê xwe bidin civakê û bi îtifaqên berfireh nexşerêya pêşeroja hevbeş xêz bikin.”

“Rêya aştiyê ji Amedê derbas dibe”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di dawiya merasîmê de axaftineke berfireh kir.

Bakirhan destnîşan kir ku aştî keda mejî, aqil û wêrekiyê dixwaze û wiha got:

“Amed ne bajarekî asayî ye. Tiştê ku bajarekî dike bajar: Îtiraza wî, wijdana wî û barê wî yê dîrokî ye.

Gelek siyasetmedaran ji vir peyamên girîng dan. Rêya aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde ji Amedê derbas dibe.

Mifteya gelek metelokên siyasî di îradeya Amedê de ye.

Dema ev bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bigihîje hev, ew dê bigihîje wê perspektîfê ku pirsgirêkên herî aloz ên li herêmê çareser bike.

Amed, Tirkiyeyê û hemû gel û baweriyên ku li vê erdnîgariyê dijîn, hêjayî vê yekê ne.”

Tuncer Bakirhan ragihand ku Amed êş, sebir û berxwedanê pir baş dizane û got:

“Lê îro divê em vê yekê bi hev re gotûbêj bikin. Me êş, sebir û berxwedaneke zêde kom kir.

Êdî em dê tenê bi hilgirtina wan ranewestin, em dê wan veguherînin.

Em dê tiştên ku me bi berxwedanê bi dest xistine wekî xercê Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ava bikin.

Ji ber vê yekê, ew tiştên ku dê di nava 5 rojan de werin gotin ne tenê hêvî ne. Divê wekî bangeke xurt a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê werin dîtin.”

"Li welat aştî, li cîhanê aştî"

Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser Peymana Kadeşê û got:

“Peymana Kadeşê pir girîng e. Ji ber bersiva pirsa 'Çima divê aştî hebe?' li wir e. Kadeşê îsbat kir ku şer ti tiştî çareser nake.

Pêşeroja du gelan dê li ser naskirina hev û din were avakirin. Kadeş bi bizmaran hatiye nivîsandin.

Em jî dikarin di vê sedsalê de heman aştiyê bi hiqûq, aqil û aqilmendiyê binivîsin.

Bes e ku em bawer bikin ku tiştê ku şer çareser nekiriye aştî dikare çareser bike.

Yek ji peyvên herî xurt ên Komarê ‘Li welat aştî, li cîhanê aştî’ ye.

Ev peyv berpirsiyariya avakirina aramî, edalet û wekheviya li navxwe jî dixe ser milê me.”

Bakirhan diyar kir ku aştiya li navxweyê Tirkiyeyê tenê bi hiqûq û wekheviya li welat pêkan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Dûrketina ji şer û parastina civakê ji wêraniyê wêrekiyeke mezin e ku dide qezenckirin.

Dewlet nabe pişta xwe bide heqîqeta civakê. Metirsiya rasteqîn guhnedayîna mafan e.

Îro Tirkiyeyê pêwîstî bi pergaleke rasteqîn a siyasî heye.

Divê ev pergal demokrasiya herêmî, edalet û azadiyê bi hev re xêz bike.

Mesele ne meseleya wê yekê ye ku aliyek qezenc bike û yê din winda bike.

Mesele ew nîne ku yek li derve bimîne û yê din bi vê şanaziyê bike.

Mesele avakirina çarçoveyeke çareseriyê ye ku rûmeta her ziman û nasnameyekê diparêze. Em dê bi şanazî bibin xizmetkarên rêya aştiyê.

Em şev û roj ji bo aştiyê xwêdanê dirijînin û xebatan dimeşînin. Em dê li pey heqîqeta ku em pê bawer in herin.”

"Foruma Azadî û Aştiya Civakî" heta 16ê Gulanê bi atolye û panelên cuda bidome da ku nexşerêyeke nû û şênber ji bo aştî û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê were pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst